1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Avaspî çanda Kurd tê jiyîn!
Li Avaspî çanda Kurd tê jiyîn!,li,avaspî,çanda,kurd,tê,jiyîn

Li Avaspî çanda Kurd tê jiyîn!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ŞIRNEX 02.05.2014 07:24:39 Li Qilabanê di 2. Festîvala Çand û Hunerê ya Avaspî de, çanda zozanan a hezaran salî ya Kurdan tê jiyîn. Hevşaredar Zeynep Uren da xuyakirin ku di festîvala 2 rojan de wê rengên çandî û hunerî yên herêmê derkevin pêş û anî ziman ku ew li bendê ne hemû Kurdistaniyên dixwazin jiyana xweser a gelê Botanê bibîne, werin Qilabanê.

DI ÇANDA KURD DE KÊFXWEŞIYA ZOZANAN

Li navçeya Şirnex Qilabanê, Festîvala Çand û Hunerê ya Avaspî di 4'ê Gulanê de destpê dike. Festîvala Avaspî ku ji ber komkujiya Roboskî ev du sal in nedihat pîrozkirin, xwedî kevneşopiyeke sedan salan e. Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren der barê festîvalê de agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku di çarçoveya daxwaza gel de ew Şahiyên Avaspî yên çanda hezaran salan a Kurdî lidar dixin. Uren da xuyakirin ku di hefteya destpêkê ya meha Gulanê de, beriya biçe zozanan gelê Qilabanê her tim li hev kom bûye û şahî lidar xistiye. Uren got, "Çemê Avaspî li Qilabanê weke ava pîroz tê zanîn. Ji ber vê yekê beriya derketina zozanan, li destpêka vî çemî şahî dihatin lidarxistin. Ji bo bîranîna Komkujiya Roboskî ev 2 sal in me şahî lidar nedixistin. Lê belê îsal li ser daxwaz û bendewariyeke mezin a gel, me biryar dan ku festîvala kevneşopiya çanda hezaran salan a Kurdan ji nû ve lidar bixin."

JIN EV DU ROJ IN AMADEKARIYAN DIKIN

Uren diyar kir ku ewê di festîvalê de şêweya jiyana Kurdan, ku taybetmendiyên civaka xwezayî gihandiye roja me ya îro, nîşan bidin û got, "Li Qilabanê, di hefteya destpêkê ya Gulanê de her cureyên giha dikarin werin kelandin û xwarin. Ji ber vê yekê jinên Qilabanê ev 2 roj in gihayê herêma Botanê kom dikin. Giha û pincarê hatine komkirin, bi şêweyê herêma Botanê wê werin kelandin. Ev giha wê di çarçoveya festîvalê de bên pêşkêşkirin. Wekî din wê jin fîstanên xwe yên rengîn li xwe bikin û berhemên xwe yên destan pêşkêş bikin. Her wiha keç û xortên herêma Botanê wê lîstikên xwe yên folklorîk bileyzin, klamên govendê yên dengbêjî û payizokên Botanê bêjin. Li dû festîvala 2 rojan wê kesên derketine zozanan, werin oxirkirin."

Hevşaredar Zeynep Uren bang li her kesên dixwazin nostaljiya çanda Kurd bijîn tevli Festîvala Avaspî bibin û destnîşan kir ku deriyê gelê Qilabanê heta dawiyê ji gelê Kurdistanê re vekiriye.