1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li bajarê bircan ajokareke jin
Li bajarê bircan ajokareke jin,li,bajarê,bircan,ajokareke,jin

Li bajarê bircan ajokareke jin

Li Amedê ajokarê jin her ku diçe zêde dibin

A+ A-

ŞERMÎN SOYDAN / FERZENDE TAŞ Li Amedê ajokarê jin her ku diçe zêde dibin. Lê di ajokariya texsiyên bazirganiyê de jina 39 salî Dîlek Sunar cara ewil derdikeve pêşberî çavan. Sunar, diyar kir ku ji ber ajokariya texsiyê dike pir kêfxeş e. Ajokarê bi navê Resul Gezer ê li heman rawestgehê dixebite jî diyar kir ku xwezî ne 2 meh berê, 2 sal berê dest bi ajokariyê kiribûya.

Li Amedê piştî 5 jinên di çarçoveya projeya Şaredariya Rezan a bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE), ya bi navê "Ji bo pêşketin û guherînê jin dibin xwedî pîşe" de 2 mehan perwerdehiya ajokariyê dîtin û derketin trafîkê, jina 39 salî Dîlek Sunar jî li Amedê wekî ajokara texsiyên bazirganiyê ket nava xebatê. Sunar ya Dêrsîmî 6 salin li Amedê dijî. 2 mehin li Amedê ajokariya texsiyên bazirganiyê dike. Bi Sunar re li rawestgeha texsiyan a Çamlicayê 11 ajokarên zilam dixebitin. Rojên şemî û yekşemê di navbera 07.00 û 19.00'an de dixebite. Ji bo ku bibe ajokara otobusê ya projeya Şaredariya Rezan a bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE), ya bi navê "Ji bo pêşketin û guherînê jin dibin xwedî pîşe" tevlî kursa ehliyetê bû. Lê ji ber ku di kursê te tenê karibû ehliyeta texsiyê bistîne ajokariya texsiyên bazirganiyê kir. Bi riya hevaleke xwe li Kooperatîfa Taksîvanên Bazirganiyê (TÎTAK) dest bi ajokariyê kir. Sunar, anî ziman ku ji ber ji karê xwe hez dike, dest bi ajokariya texsiyê kir.

'Ez di destpêkê de bi tirs bûm'

Sunar, anî ziman ku ew rojên şemî û yekşemê dixebite û di destpêkê de bi tirs bû. Sunar, da zanîn ku ewil derdorê bawer nedikir û wiha got: "Di serî de derdora min baweriya xwe bi min nedianîn. Piştî ku ez derketin trafîkê baweriya li hemberî min xurt bû. "Ger ku hevalên min ê ajokar jî bi erênî nêzîk nebûna û hêz nedana min ezê nikaribûma derketima trafîkê. Hevalên min ên ajokar her tim piştgirî dan min. Em wekî malbatekê ne. Dema min nû dest bi kar kir, min zehmetî kişandin. Lê heta niha ez rastî tu pirsgirêk û astengiyan nehatim. Ji ber vê yekê ez bi aramî ajokariyê dikim."

'Heke heneka kemerayê be ezê dakevim'

Sunar, bilêv kir ku heta niha ji aliyê rêwiyan ve rastî nêzîkatiyek xerab nehatine û hemû rêwî erênî tev digerin û wiha got: "Êdî di nav civakê de ajokarên jin jî hene. Gelek rêwî dema dibînin ku ajokar jin e matmayî dimînin. Hin caran dibêjin ev henek e. Bi taybet rêviyên jin gelek keyfxweş dibin. Piştî ji wesayîtê tên xwarê nimreya min a telefonê dixwazin. Dema pêdiviya wan bi wesayîtê hebe li min digerin. Lê ji ber ku ez tenê 2 rojan dixebitin ez hesnakim nimreya xwe bidin rêviyan. Gelek caran di navbera min û rêwiyan de diyalogên balkêş çêdibin. Serê sibê mirovek pîr li texsiyê siwar bû. Ez jî siwar bûm. Lê mirovê pîr dîsa li korneyê xist û li benda ajokar ma. Ji ber ku texmîn nekir ez ajokar im. Gelek matmayî ma. Rêviyeke din dema dît ez ajakara jin im got 'Heke heneka kemerayê be ezê dakevim' Dema min got 'Tu dêbiçe ku' bersîva 'Ez niha di şoqê de me ez nikarim bersivê bidim' da. Gelek mirov hêj li hemberî vê dîmenê matmayî dimînin. Rêwiyên rawestgehê yên temenî ferî vê yekê bûne. Gelek caran jin li rawestgehê digerin dibêjin ajokara jin ji me re bînin. Ez bi vê yekê gelek keyfxwe dibim."

'Jin ji xwe bawer bikin dê li her qadê bi ser bikevin'

Sunar, destnîşan kir ku dema zilam tenê bin, her tiştî serbest diaxivin, lê dema jin di nava xebatê zilaman de hebin êdî gotin û axaftinên xwe bisînor û terbiye dikin û wiha pêde çû: "Li Amedê yekemîn ajokara jin a texsiyên bazirganiyê ez im. Hemû jinên ku bi xwe bawer bin dikarin her karî bi serkefî bikin. Ji ber vê yekê divê jin ji xwe bawer bin û bi biryar bin. Ev kar ne tenê pîşeya zilam e."

'Xwezî ne 2 meh berê, 2 sal berê dest bi xebatê kiriba'

Ajokarê bi navê Abîd Çaka yê 25 salin li heman rawestgehê ajokariyê dike jî diyar kir ku yekemîn care bi ajokareke jin re dixebite û pir keyfxweşin. Çaka, anî ziman ku li gorî berê guherîneke gelek mezin heye û wiha got: "Em gelek caran di navbera xwe de henekan dikin. Em gelek caran gotinên bê sinc û terbiye bikar tînin. Lê piştî xatûna Dîlek hat êdî em baldar in." Ajokarê bi navê Ecevît Hafîf ê 7 salin li rawestgehê ajokariyê jî dike jî da zanîn ku yekemîn car li rawestgeha wan ajokareke jin dest bi kar kir û ev ji bo wan rûmetek mezin e û got: "Hevalên me yên din di vê mijarê de me pîroz dikin. Ev serkeftineke. Em berdewamiya serkeftina wan dixwazin." Ajokar Resul Gezer jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Xwezî ne 2 meh berê 2 sal berê dest bi kar kiriba."

(mae)


Bêjeyên Miftehî