1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Balikesîrê panela zimanê zikmakî
Li Balikesîrê panela zimanê zikmakî,li,balikesîrê,panela,zimanê,zikmakî

Li Balikesîrê panela zimanê zikmakî

A+ A-

Li bajaroka Kadikoyê ya navçeya Edremîtê ya Balikesîrê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panel hate lidarxistin.

Li bajaroka Kadikoyê ya Edremîtê ya Balikesîrê bi minasebeta 21'ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li avahiya BDP'ê ya bajarokê panel hate lidarxistin. Panel bi tevlîbûna kesên ji bajerokên Altinoluk û Zeytînlî û navçeya Edremîtê hatibûn pêkhat. Ji mamosteyên Şaxa KURDÎDER'ê ya Îzmîrê Erdal Altun, diyar kir ku ew 11 salin roja zimanê zikmakî piroz dikin û armanca wan e ku windabûna zimanan asteng bikin. Altun, anî ziman ku gelê kurd qîmetê didin vê rojê û ku divê her tim xwedî li zimanê xwe derkevin. Altun, da zanîn ku rola malbatê ya li ser zimanê zikmakî gelek e û wiha got: "Peywirdariya herî mezin jî dikeve ser milê dayîkan. Hûn ya pêvîst bikin ji xwe li dibistanan tirkî û zimanên din didin zarokan. Lê ji bo kurdî fersendekî wisa tuneye."

DÎHA (ft/mae)