1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Bangladeşê şewata kargehê: 112 mirî
Li Bangladeşê şewata kargehê: 112 mirî,li,bangladeşê,şewata,kargehê,112,mirî

Li Bangladeşê şewata kargehê: 112 mirî

A+ A-

Li paytextê Bangladeş Dakkayê di konfeksiyona kargehekê de şewat derket û 112 karkeran jiyana xwe ji dest da.

Şewat roja Yekşemê li kargeheka Tazreen Moda ya li Ashulia taxek ya paytext Dakkayê rû da.

Dîrektorê îtîfayê Muhammed Mahbub diyarkir ku, wan 100 ceset ji avahiyê derxistine. Mahbub ragihand ku, 12 kesên ji ber şewatê xwe ji avahiyê avêtine jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Şewaata ku hêjan sedemê wê nehatiye zanîn, tê texmînkirin ku ji ber ceyranê rû da be.

Hate ragihandin ku, agir li qata jêr ya kargehê ku weke depoyê bikar di anîn derketiye û biawayek lez belavbûye. Her wiha tê gotin ku, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayîn, yên di qatên jor de asê mayîne. Dîrektorê îtfayê Mahbûb got, ji ber ku di kargehê de deriyê derketinê yên dema şewat derbikeve tunebûn, vê hiştiye ku mirin zêdetir bibin.

Piştî şewat çêbû bi hezaran xizmên karkeran hatin ber kargehê. Karesata ku rê li ber rageşiyê vekir, neçarman ku leşkeran sewqî herêmê bikin.

Li welatên ku ji ber mercên xirab yên ewlekariyê, kêmasiya binesaziyê û hêjmarek zêde karker li cihên teng dana kar, her sal rê li ber karesatên mezin vedike.

Di Kanûna 2010’an de dîsan di konfeksiyona kargehek ya li herêma pîşesaziyê de şewat derketibû û herî kêm 25 karkeran jiyana xwe ji dest dabû.

ANF NEWS AGENCY