1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Baselê perverdaya Kurdi fermî bu
Li Baselê perverdaya Kurdi fermî bu,li,baselê,perverdaya,kurdi,fermî,bu

Li Baselê perverdaya Kurdi fermî bu

Serlêdana ji bo perwerdeya zimanê Kurdî fermî bibe li Baselê hat qebûlkirin

A+ A-

ANF - BASEL 31.05.2014 08:03:07

Li Swîsreyê kantona Zurîhê piştî ku zimanê Kurdi di dibistana de bê dayîn hat qebûllkirin û şunde, li Kantona Baselê jî di mifredatê de cigirtina Kurmancî hat erêkirin.

Di çerçoveya bernameya HSK (Heîmatlîche Sprache und Kultur- zimanê dayikê û çanda welatê jê hatin de perverde) serlêdana ku ji bo bi di alî qanûnî bi zimanê Kurdi perwerde bêdayîn bersiva erênî hat dayîn.

Di sala perverdeya pêş perwerdê de ji Tebaxa 2014’an û şunde li Kantona Baselê dibistanê Swîsre de dê pol bên cudakirin û di hefteyê de 2 saetan bi zimanê dayîkê perwede bê dîtin. Mamosta Evîn Yagçi ku serlêdana wê hat qebûlkirin ji rojnameya Ozgur Polîtîka re axifî û got: “Di destpêkê de me ji bo k li herema Pratteln polek bê vekirin serlêdan kiriû Kurdên ku li Basel jiyan dikin heger bixwazin dê amadekariyên polên din vekin.” Yagçi anî ziman ku li Navenda Ciwaka Demokratîk a Kurd mamostatîya zimanê kurdî dike û armanca wan eve ku zarokênKurd bi zimanê zikmakî û çanda xwe perwerdê bibînin.

Yagci ku di rêvebiriya Saziya Pervedê ya Kurdî de cih digre diyar kir armanca wa eve ku xebatên perverdaya zimanê zikmakî li hemu Kantonê Swîsre belav bikin û li ser vê esasê di serî de ji bo mamosteyan bigînin kurs vekirine û kesên ku di van xebata de bi dil cih bigrin vexwendî dikin.

Yagci bang li malbatan kir û got zarokên xwe bişînin perwerdehiya zimanê dayikê û got li ser vê e-maîlê dikarin xwe bigihîninSazîya Perverdê a Kurdî: [email protected]