1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Li bebika 6500 salî teşhîsa nexweşiya dil
Li bebika 6500 salî teşhîsa nexweşiya dil,li,bebika,6500,salî,teşhîsa,nexweşiya,dil

Li bebika 6500 salî teşhîsa nexweşiya dil

A+ A-

DETMOLD 05.07.2014 07:21:19 Mumyaya bebek a ku mumyaya herî kevn a cîhanê ye û li bajarê Detmold a Almayayê di muzeyekê de tê pêşandan, lêkolînên li ser hat kirin encam da. Bebeka ku li ser sedema mirina wê bi salan lêkolîn hat kirin, derket holê ku bebeka 6 hezar û 500 salî ji ber Sendruma Dil a Çep a Hîpolastîk (HLHS) miriye.

Mumyaya bebek a ku li çiyayê And ê Başûrê Afrîkayê hat dîtin û hê li eyaleta Nordrheîn-Westfalen ya Almanyayê li Muzeya Detmold tê pêşandan, tê gotin ku 6 hezar û 500 sal berê jiyaye. Tê texmînkirin ku ev bebek 10 mehî di encama Sendroma Dil a Çep a Hîpoplastîk de miriye.

Zanistên girêdayî Navenda Diyabet û Dil a li Bad Oeynhausenê ye, diyar kirin ku di kişandina tomografiyê de wêneyên organên hundir ên mumyayê de bi teknîka 3 şaxan hatiye kişandin. Hat gotin ku di encama lêkolîna wêneyan de mumyaya herî kevn a cîhanê di encama nexweşiya HLHS’ê de jiyana xwe ji dest daye. pisporan da zanîn ku heta niha gelek lêkolîn kirine û tespît kirin ku bi mumyayê re nexweşiya dil hebûye, lê sedema rast a mirinê tespît nekiribûn.

Zanistan tespît kirin ku dilê bebeka mumya di alî çepê de pir biçûk pêş ketiye. Ji ber vê jî sedema mirina wê tespît kirin. Sendroma Dil a Çep ya Hîpoplastîk di bebekan de wekê ku aliyê dil ê çepê kêm pêş dikeve tê zanîn. Di vê xerabûnê de aliyê çepê yê dil bi awayekî normal pêş neketiye. Bebekên xwedî vê pirsgirêkê ger ku ameliyateke vekirî ya ciddî derbas nekin şansê wan yê jiyanê tune.

Bi derkestina sedema mirina bebeka mumya re, hat fêmkirin ku nexweşiya HLHS’ê 6500 sal berê jî heye.