1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li ber bombeyan komkirina kerengan
Li ber bombeyan komkirina kerengan,li,ber,bombeyan,komkirina,kerengan

Li ber bombeyan komkirina kerengan

A+ A-

DEMHAT TOLHILDAN -ANF08:17 / 30 Avrêl 2011 BEHDÎNAN - Hema bêje her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bombebarankirin. Gundiyên li herêmê, li hemberî van bombebaranan tekoşîna xwe ya jiyanê didomînin. Bi hatina biharê re gundî guhdarî tu topbaranê nakin, ji bo debara xwe berê xwe didin çiyayan û kerengan kom dikin.

Artêşa Tirk a ku dîsa dest bi operasyonan kirî hema bêje her roj qadên di bin kontrola gêrîlayan de bombebaran dike. Gundiyên li herêmê bi di nava metirsiyek mezin de ne. Bi hatina biharê re gundî berê xwe didin komkirina pincaran. Ev yek jî jiyana gundiyan dixe nava metirsiyek din.

Kesek ji kesên ku tên pincaran kom dikin Tahir Muhemedê ji bajaroka Şêladizan a Dihokê ye. Ew ji bo debara malbata xwe tê herêmê û kerengan kom dike. Muhemed pêşmergeyek malnişî û bavê 6 zarokan e.

KÎLOYEK BI DOLAREKÊ YE

Muhemed rojan 10 kîlo kereng kom dike, kîlo bi yek dolarêd difiroşe. Lê gelek caran bi çend kîloyan jî vedigere maolê. Tahir Muhemed ji bo strî di destên wî re neçe lepik xistiye destên xwe û şivekek hesin kerengan ji axê derdixe û bi kêra di destê xwe de kergan paqij dike.

Muhemed bi salan li dijî rejîma Seddam şer kiriye. Her çendî bêje ew ji vî karî hez dike, lê rûyê wî dibêje ku ew ji hejarî û neçariyê vî karî dike. Qet guhdarî êrişên artêşa Tirk nake. Muhemed bi bîr dixe ji ber êrişa hewayî gelek kes jiyana xwe ji dest dane û wiha dibêje; “Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat Başûrê Kurdistanê û got em dost in. Lê em ji tiştên ku me jiyayî baş dizanin: dewleta Tirk nabe dostê me.”

ANF NEWS AGENCY