1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Berwarî Fermandar jî Hate Kuştin
Li Berwarî Fermandar jî Hate Kuştin,li,berwarî,fermandar,jî,hate,kuştin

Li Berwarî Fermandar jî Hate Kuştin

A+ A-

BERWARÎ - Hat diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li ser qereqola cendirmeyan a Belenolûk a navçeya Berwarî ya Sêrtê de serbazê fermandarê Qereqolê jî hatiye kuştin. Li gor agahiyan gerîla ketine nava qereqolê û helîkopterên xwestin li qereqolê dakevin rastî gulebarana dijwar a gerîlayan hatin.

Duh seat di 18.00'an de gerîlayên HPG’ê bi ser Qereqola Cendirmeyan a Belenolûk a Berwariyê de girtin. Piştî ku gerîlayan li qereqolê reşandin, leşkeran jî bersiv dan û di encamê de pevçûnên dijwar rû dan. Li gor agahiyan Fermandarê Qereqolê Erdal Canbûlat jî ji aliyê gerîlayan ve hatiye kuştin.

Parêzgeriya Sêrtê jî der barê pevçûnê de daxuyanî da û diyar kir ku 6 leşker hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku rewşa hin birîndaran xedar e. Her wiha hate ragihandin ku di dema pevçûnê de gelek ambûlans ji Sêrt û Berwariyê şandine cihê pevçûnê.