1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Bexdayê biranina enfalê
Li Bexdayê biranina enfalê,li,bexdayê,biranina,enfalê

Li Bexdayê biranina enfalê

"Enfal birîneke kur e û hêj sax nebû ye"

A+ A-

Xwendekarên Zanîngeha Bexdayê bi minasebeta 24'emîn salvegera komkujiya Enfalê merasîmeke bi navê "Enfal birîneke kur e û hêj sax nebû ye" li dar xistin. Xwendekarên xizmên xwe di komkujiya Enfalê de winda kirin diyar kirin ku bila birînên Enfalê ji nû ve neyên kolandin.

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Bexdayê dixwînin bi minasebeta 24'emîn salvegera komkujiya Enfalê, merasîmek li dar xistin û komkujiya Enfalê şermezar kirin. Merasîma saet di 10.00'an de li Muzeya Dîrok pêk hat bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de xwendekarên xizmên xwe di enfalê de winda kirin anîn ziman ku bila birînên Enfalê ji nû ve neyên kolandin. Di merasîmê de helbet û nivîsên li ser enfalê hatin nivîsîn hatin xwendin.

(ei/bd)


Bêjeyên Miftehî