1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cannesê 2 fîlmên kurdan
Li Cannesê 2 fîlmên kurdan,li,cannesê,2,fîlmên,kurdan

Li Cannesê 2 fîlmên kurdan

Di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de 2 fîlmên kurdan

A+ A-

ERSÎN ÇELÎK Mîhrcana Filman a Cannesê ku di cîhanê de herî rêzdar tê dîtin îsal 65'emîn tê lidarxistin. Di nav hezaran filmên tevlî pêşbirka filmên kin û beşa filmên derveyî pêşbirkê dibin de 2 filmên kurdan jî hatin hilbijartin.

Sînemaya kurd û lêgerîna sînemevanên kurd di salên dawî ze her diçe zêde dibe û di filmên tên kişandin jî di mîhrîcanên gelek girîng de cih digirin. Agahiya xweş a ji bo sînemaya kurd ji Mîhrîcana Filman a Cannesê ya di cîhanê de mîhrîcana herî rêzdar tê dîtin hat. Mîhrîcan îsa di 16-27'ê gulanê de 65'emîn tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de di beşa filmên kin de di beşa seksiyonê (Schort Fîlm Corner) a mîhrîcanê de Kesît û di beşa pêşbirkê de jî fîlma Bedeng hatin qebûlkirin.

Di fîlmê de kesên din vedibêje

Di fîlma di meha cotmehê li Amedê ji aiyê Fîlm Gilgameş û Pel Produksiyonê ve hate kêşandin a bi navê Kesît cudakariya Huseyîn ê kurd û elewî ya li dibistanê jiyî vedibêje. Huseyîn, ji ber ku Kizilbaşe di dersa olê de ji aliyê mamoste ve "bêslav" tê hiştin. Huseyîn piştî li dibistanê rastî vê yekê hat ji ber dayîka wî bi Dimlîkî axivî cara duyemîn rastî cudakariyê tê. Derhêneriya film Ayhan Sarigol kir.

Fîlma Bêdeng a derhêneriya wê Rezan Yeşîlbaş kir jî dê di nav 4 hezar û 500 fîlman de ji bo xelata Palmiyeya Zêrîn a 10 fîlman pêşbirkê bike.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî