1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cenevreyê Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan
Li Cenevreyê Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan,li,cenevreyê,festîvala,fîlman,a,mafên,mirovan

Li Cenevreyê Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan

A+ A-

CENEVRE 18.03.2014 07:47:15 Festîvala Fîlman a Cenevre ya Navneteweyî û Forûma Mafên Mirovan (FIFDH) a di navbera 7-15'ê Adarê de hat lidarxistin, îsal ji aliyê 25 hezar kesî ve hat şopandin. Festîval ji aliyê gelek çavdêran ve weke çalakiyeke "angaje" ya binpêkirina mafên mirovan ên li cîhanê bi awayekî vekirî raxist pêş çavan û nîqaş kir, hat nirxandin.

Di festîvalê de Xelata Mezin a îsal ji fîlmê derhênerê Sûriyeyî Talal Derkî yê bi navê 'Vegera li Hûmûsê (Return to Homs)' hat dayîn. Derkî di vî fîlmê xwe yê navbera salên 2011-2013'an kişandî de çîroka du ciwanan vedibêje ku her du ciwanan destpêkê hewl dan bi awayekî aştiyane mûxalefeta rejîma Esad bike, lê belê piştre çek hilgirtine.

Derhêner Talat Derkî diyar dike ku wî nîşan daye ku Sûriyeyî bi çi rengî ji bo parastina malbata xwe çek hilgirtine. Derkî dide zanîn ku nuqteyeke din a ew di fîlm de nîşan dide, rewşa westiyayî ya Sûriyeyiyan û daxwaza vegera li jiyana asayî ye.

Fîlmekî din ê di festîvalê de hêjayî xelatê hat dîtin 'Art War (Şerê Hunerê)' bû. Derhênerê fîlm Marco Wilms, çavdêrî li xebatên hunermendên grafîtî yên piştî Husnu Mubarek li kolanên Misirê û rewşa şibandî ya hunera nûjen bi paşerojê re kiriye.

Dîrektorê festîvalê Leo Kaneman da xuyakirin ku festîvalê du nêzîkatiyên cuda nîşan daye. Li gorî kaneman fîlmên ji bo axaftina li ser mijara mafên mirovan hatine çêkirin, divê bi îdîa û xwedî kalîte bin. Kaneman bal kişand ser nêzîkatiya polîtîk a festîvalê jî û anî ziman ku ew girîngiyê didin forûmên nîqaşê, ji bo vê jî pêwîste fîlmên hatine çêkirin di warê hunerî de xwedî kalîte bin. Kaneman got, "Eger fîlm di warê hunerî de xwedî îdîa nebin, em li ser nîqaş nakin. Ev gelekî girîng e."

Rojnamevan û bernamevanê kanala nûçeyan Euronews Wolfgang Spindler der barê FIFDH de got, "Ev festîval bi rastî jî di mijara mafên mirovan de bûye platformeke angaje û nîşan dide ku li gelemperiya cîhanê her roj mafên mirovan bi awayekî hovane tên binpêkirin. Fîlmên li vir zêdeyî şahiyekê ne."