1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîr û Sîlopiyê li dijî ambargoyê jiyana komun
Li Cizîr û Sîlopiyê li dijî ambargoyê jiyana komun,li,cizîr,û,sîlopiyê,li,dijî,ambargoyê,jiyana,komun

Li Cizîr û Sîlopiyê li dijî ambargoyê jiyana komun

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Sîlopî û Cizîrê, 14 rojin li dijî dagirkeriya hêzên dewletê, tang û topên dewletê bi piştevanî û tifaqek mezin di ber xwe dide. Li her kolan û taxê çend mal dibin yek û pêdiviyên xwe bi hevre parve dikin. Hemû alav û amûran bi rêk û pêk bikar tînin û diparêzin. Welatiyan anîn ziman ku ambargoya dewletê zorê li wan dike ku koçber bibin, lê ew dê tu carî axa xwe bernedin.

Li navçeya Cizîr û Sîlopiyê 14 rojin ambargoya dewletê û êrîşên tang û topan ên dewletê didomin. Li gel van êrîşên giran û ambargoyê, gelê Cizîr û Sîlopiyê di nava berxwedanê dene. Gel di bin tang û topan de li kolan û avahiyên xwe serî li jiyana komun didin û jiyana hevpar diparêzin. Li navçeyên ku ceyran, ava û telefonên wan hatiye qutkirin, têkiliya wan û terve bi her awayî hatiye qutkirin. Hêzên dewletê bi vê armancê dixwaze gel ji ax û warê xwe koçber bike. Gelê ku di her alî de di bin ambargoyê de dijî, ji bo warê xwe terk neke û koçber nebe, serî li jiyana komun dide.

Li dijî ambargoyê jiyana komun

Li navçeyên ku bi her awayî di bin ambargoya dewletê de dijîn, li her kolanê 4 -5 malbat li xaniyekî ewle hatine cem hev û jiyana komun dijîn. Li dijî ambargo û êrîşên giran ên dewletê têdikoşin. Her tiştên xwe bi hevre parve dikin û bi hevre li dijî êrîşan hem xwe diparêzin û hem di ber xwe didin. Di nava piştevaniyekê dene û pêdiviyên xwe yên rojane parve dikin. Ji pêtina nan heta paqijiyê, hemû pêdiviyên jiyanê li hev parve dikin.

Deriyê her kesî ji hevre vekiriye

Gel li pişt barîkat û xendekan li dijî êrîşan nobetê digirin. Bi hevre xwarinên xwe çêdikin û jiyana komun ava kirine. Dayik nan dipêjin û li ciwanan belav dikin. Gel deriyê xwe li her kesî vedikin û xanî û odeyên xwe li hev parve dikin. Li hewş û xaniyên ewle jin û zarok li hev kom dibe, bi stran, govend û berxwedanê piştgiriyê dide ciwanan.

'Em her tiştên xwe li hev parve dikin'

Welatiya bi navê Hanim Magî ku li gel malbata xwe li cem cîranên xwe bi cih bûne, diyar kir ku 14 rojin li dijî hemû êrîşên giran di ber xwe didin. Magî, anî ziman ku xaniyê wan li taxa Cudî bû û wiha got: "Hêzên dewletê bi tang û topan êrîşên giran pêk anîn. Em jî hatin taxa jêr. Em çend mal hatin xaniyekî ewle. Em ji bo jiyana hevpar bi hevre tev digerin. Em nan û xwarina xwe bi hevre çê dikin û bi hevre parve dikin.

'Em têkoşîna xwe ya bi rûmet didomînin'

Magî, anî ziman ku ew dê mal û warên xwe terk nekin û wiha got: "Em 4 malbat bi hevre dimînin. Em 25 kes malekê parve dikin. Ceyran û ava me tune. Em nikarin dermanê xwe ji dermanfiroşan bistînin. Li gel hemû astengiyên dewletê jî dîsa em dê war û malên xwe terk nekin. Tu hêz nikare kurdan xelas bike. Kurd li çar perçeyên cihanê belav bûne û êdî têk naçin."

Magî, anî ziman ku dewlet cuda nêzî kurdan dibe û kurd rastî cudakariyê tên. Magî, destnîşan kir ku dewletê mamosteyên tirk ji navçeyê paşve kişandin û hemû kurd wekî terorîst îlan kirin û wiha berdewam kir: "Mamosteyên ku Cizîr û sîlopî terk kirin, ger şerefa wan hebe divê carek din neyên vir. Bên jî em zarokên xwe naşînin cem wan."

'Em çend malbat bûn yek'

Welatiya bi navê Serme Artak jî anî ziman ku wan xaniyê xwe ji ber topbarana dewletê terk kir û hatin li cem cîranên xwe bi cih bûn. Serme Artak da zanîn ku çend malbat bûne yek û jiyana hevpar dijîn.

Welatiya bi navê Husniye Tul jî anî ziman ku li gel ew pîr e jî dê dîsa bi tena serê xwe li hemberî êrîşan têbikoşe. Tul, da zanîn ku ew dê ji bo rûmeta xwe têbikoşin.

'Li şûna nan kadesûrk'

Li navçeya Sîlopiyê jî gel li dijî êrîşan jiyana komun ava kirin û têdikoşin. Jin pêşengiya jiyana komun dikin û her roj nan dipêjin. Jinên ku şert û mercên wan ên nan bipêjin tune li şûna nan "Kadesurk" çêdikin. Rojevên welatiyan êrîşên dewletê û li hemberî vê yekê parastin e.

'Qatîl û zalim ew in'

Welatiya 48 salî Fadile Demir, di sohbetek civakê de axaftinên Serokwezîr û Serokomar şirove dikir. Demîr, wiha diaxivî: "Erdogan û Davutoglu dibêjin em welatiyên kurd nikarin ji zilma terorê xelas bikin. Lê Erdogan û Davutoglu derewan dikin. Dewlet bi tang û topan êrîşî me dikin û dixwazin me koçber bikin. Li aliyê din pariyek nan didin gel û li hemberî kamerayan propaganda xwe dikin. Terora mezin ew bi xwe ne'

Demîr, digot dewlet di navbera gelê kurd û tirkan de cudahiyê dike û ji ber ve yekê mamosteyên xwe ji bajarên wan paşve kişandine. Demîr, xwest hemû kes li axa xwe xwedî derkeve û tev li berxwedanê bibe.

(mae)