1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîr û Sûrê gelek tîmên taybet hatin kuştin
Li Cizîr û Sûrê gelek tîmên taybet hatin kuştin,li,cizîr,û,sûrê,gelek,tîmên,taybet,hatin,kuştin

Li Cizîr û Sûrê gelek tîmên taybet hatin kuştin

Di çalakiyên duh bi şev ên li Cizîr û Sûrê de gelek tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin

A+ A-

AMED - ANF Li navçeya Şirnex Cizîrê, duh bi şev li hemberî tîmên tevgera taybet ên Tirk ên êrîşî gel dikirin, çalakî hat lidarxistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, gelek tîmên taybet di van çalakiyan de hatine kuştin û gelek ji wan birîndar bûne. Hat ragihandin ku tîmên taybet ên hatine kuştin ji SAS in.

Li aliyê din, bavê pênc zarokan Şukru Dûymak ê 45 salî li hewşa mala xwe ya li taxa Cûdî ya Cizîrê bû hedefa hêzên dewleta Tirk. Dûymak ji ber guleya li zikê wî ket bi giranî birîndar bû. Ji ber ku êrîş dewam dikin, destûr nayê dayîn ku Dûymak rakin nexweşxaneyê. Der barê rewşa tenduristiyê ya Dûymak de agahî nehat bidexistin.

LI SÛRÊ TEQÎN

Li navçeya Amed Sûrê, ku terora dewletê lê dewam dike, duh bi şev teqînên dijwar rû dan. Hat ragihandin ku di encama teqînan de gelek polîs hatine kuştin.