1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê 13 Polîs Birîndar in
Li Cizîrê 13 Polîs Birîndar in,li,cizîrê,13,polîs,birîndar,in

Li Cizîrê 13 Polîs Birîndar in

A+ A-

ŞIRNEX - Li Cizîra navçeya Şirnexê do êvarî di navbera welatiyan û polîsên AKP’ê de şer derketibû. Di bûyeran de 13 polîsa birîndar bûbûn, piştî şer polîsan giret ser gelek malan û 5 kes girtin bin çavan.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine li Cizîrê do êvarî di dema protestokirina êrîşên hewayî yên li dijî Qandîlê de teqînek çêbûbû û di navbera çalakger û polîsan de şer derketibû.

Di bûyerên ku pêk hatin de hate ragihandin ku 13 polîsa birîndar bûne, polîsên birîndar bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyên Amedê. Di vê navberê de polîsan di serdegirtina malan de 5 kes girtin bin çavan.