1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê bi saetan pevçûn
Li Cizîrê bi saetan pevçûn,li,cizîrê,bi,saetan,pevçûn

Li Cizîrê bi saetan pevçûn

Li Cizîrê bi saetan pevçûna 15'ê Sibatê!

A+ A-

Li navça Cizîra Şirnexê komên ku ji bo 13'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê şermezar bikin rê li trafîkê re girtin bi saetan bi polîsan re pev çûn.

Li taxa Nur û Cudiya Cizîra Şirnexê bi sedan ciwanan di ketin û derketina taxan de barîqat danîn. Çalakiyên ku nîva şevê pekiyan ser riya Hezexê heta derengî şevê berdewam kirin. Polîsan li vir êrîşî çalakvanan kirin û pevçûn derketin. Polîsan bi bombeyên xazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî xwe bi kevir, molotof û fîşekên hewayî parastin. Di dema bûyeran de çalakvanan gelek bombeyên deng avêtin polîsan. Polîsan li ser vê yekê dîsa êrîşî çalakvanan kirin. Pevçûnên ku di navbera ciwan û polîsan de rû dane heta derengî şevê berdewam kir. Ciwanan molotof avêtin kamerayên MOBESE'yên ser cadeyê. DÎHA (ak)


Bêjeyên Miftehî