Li Cizîrê kesekî din hat qetilkirin, rewşa birîndaran nebaş dibe
Li navçeya Cizîrê, ku terora dewletê dir oja 42. de ye, 28 kesên duh ji ber topbaranê li maleke li taxa Cûdî birîndar bûn û ji duh ve hêzên dewletê nahêlin sewqî nexweşxaneyê werin kirin, rewşa wan nebaş dibe
CIZÎR - ANF Ji 28 kesên duh danê sibehê ji ber topa hawanê ya dewleta Tirk li maleke li taxa Cûdî ket birîndar bûn, rewşa 18 ji wan kêlî bi kêlî giran dibe. Hat ragihandin, ku piştî Cîhan Karaman, birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest dane û topbaran li hemberî herêmê dewam dike.
REWŞA BIRÎNDARAN NEBAŞ DIBE
Li navçeya Cizîrê, ku terora dewletê dir oja 42. de ye, 28 kesên duh ji ber topbaranê li maleke li taxa Cûdî birîndar bûn û ji duh ve hêzên dewletê nahêlin sewqî nexweşxaneyê werin kirin, rewşa wan nebaş dibe. Ji birîndaran Cîhan Karaman ê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo wî rakin nexweşxaneyê biryara tedbîrê dabû, ji ber ku nehat rakirin, duh jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî agahiyan, rewşa 18 ji 28 birîndaran kêlî bi kêlî nebaş dibe.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, ku li mala birîndar lê ne anî ziman ku duh bi şev yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest daye.
'KEVNIK NEMAYE BIRÎN PÊ WERE PÊÇANDIN'
Tûnç diyar kir ku rewşa birîndaran her nebaş dibe û anî ziman ku li jêrzemîna mala li ser wan hatiye hilweşandin, kevnik jî nemaye ku birînan pê bipêçin. Tûnç da xuyakirin, ku êrîşa topan a bi tankan hînê dewam dike û da zanîn ku bi van êrîşan re dewlet dixwaze nehêle birîndaran rakin nexweşxaneyê û bi vî rengî rê li ber komkujiyekê veke.
'EGER YA PÊWÎST NEYÊ KIRIN, WÊ CENAZEYÊN ME JI VIR DERKEVIN'
Tûnç banga xwe ya duh êvarê dubare kir û got, "Dixwazin li vê derê komkujiyeke nû ya sivîlan bikin. Eger demek ji ya din zûtir tiştek neyê kirin, cenazeyên me hemûyan wê ji vir bên derxistin."
