1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê wargeha penaberan tê avakirin
Li Cizîrê wargeha penaberan tê avakirin,li,cizîrê,wargeha,penaberan,tê,avakirin

Li Cizîrê wargeha penaberan tê avakirin

Li Cizîrê wargeha penaberan tê avakirin

A+ A-

Piştî ku li Hatay, Dîlok û Dêrê (Kîlîs) ji bo penaberên ji Suriyeyê reviyane wargeh hatin avakirin, niha jî ji bo li navçeya Cizîr ya Şirnexê jî wargehek wê avakirin dest bi amadekariyan hat kirin. Di çarçoveya amadekariyan de li gel ku ji bo perwerdehiyê hin brokratên payeya bilind ji Suriyeyê re hatin şandin, ji bo penaberên ku çav li rêye bên Tirkiyeyê jî li nêzî Sîteya Pîşesaziyê ya Cizîrê dê wargehek bê avakirin.

Li gorî agahiyên ANF’ê bidestxistine li gel ku pevçûnên li Suriyeyê û nîqaşên mudaxaleya leşkerî didomin, hikûmeta AKP’ê jî li navçeya Cizîra Şirnexê dest bi amederiyên avakirina wargeha ji bo penaberên Suriyeyê kir. Di çarçoveya van amedekariyan de hin brokratên peye bilind ji bo perwerdehiyê çûn Suriyeyê. Brokrat, li ser wargehên li vir hatine avakirin dê lêkolîn bikin.

Niha li Hatayê 7 hezar û 726, navçeyên Nurdag û Islahiyeyê yên Dîlokê 4 hezar û 770, li Dêrê 8 hezar û 724, bi giştî 21 hezar û 220 penaberên Suriyeyî niha li Tirkiyeyê dimînin.

ANF NEWS AGENCY