1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê welatiyek ji aliyê polîsan ve hate kuştin
Li Cizîrê welatiyek ji aliyê polîsan ve hate kuştin,li,cizîrê,welatiyek,ji,aliyê,polîsan,ve,hate,kuştin

Li Cizîrê welatiyek ji aliyê polîsan ve hate kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihadin ku li navçeya Cizîr a Şirnexê li Taxa Nur welatiyek ku navê wî nehate zanîn di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Heyeta HPD'ê jî ji bo bûyerên ji duh ve pêktên bi şopînin ber bi cizîrê ve meşiyan.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi saetan e leşker û polîsên tîmên taybet bi çekên giran taxan dorpêç kirine û bê navber êrîş dikin. Hate zanîn ku li ser Caddeya Botaş a Taxa Nur di êrîşa polîsan de yek ji wan giran 3 welatî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku welatiyê ku di êrîşê de giran birîndar bû û navê wî nehat zanîn ji ber ku polîsan asteng kiriye komên tenduristiyê werin cihê bûyerê û mudaxale bikin, jiyana xwe ji dest daye.

Heyeta HDP'ê ber bi Cizîrê ve dimeşe

Piştî li Cizîrê qedexeya kolanan hat îlankirin û pevçûnan dest pê kir heyeta HDP'ê çû heremê û barîkata leşkeran derbas kir û bi meşê ber bi Cizîrê ve diçe. Piştî walîtiyê biryara qedexeyê da ketin û derketina navçeyê hat girtin û heyeta HDP'ê ya şandî herêmê jî destûr nedan bikeve navçeyê. Heyeta HDP'ê serê sibê bi leşkeran re nîqaş kir û endamên heyetê parlementerên HDP'ê Aycan Îrmez, Leyla Bîrlîk, Mahmut Togrul û gelek kesên din barîkata leşkeran derbas kirin û bi meşê ber bi Cizîrê ve diçin. (ab) - See more at: http://rojnews.net/Ku/drejey-hewal.aspx?id=27503&LinkID=27&Li-Ciz%C3%AEr%C3%AA-welatiyek-ji-aliy%C3%AA-pol%C3%AEsan-ve--hate-qetil-kirin#sthash.MWyGUiqU.dpuf