1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Colemêrgê 15 Leşker Birîndar in
Li Colemêrgê 15 Leşker Birîndar in,li,colemêrgê,15,leşker,birîndar,in

Li Colemêrgê 15 Leşker Birîndar in

A+ A-

COLEMÊRG - Karwanê leşkerî yê ku ji wesatiyên sivîl pêk dihat, dema ji Lîwaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê derketibû û ber bi herêmên operasyonê ve ketibû rê, teqîn pêk hat. Di teqînê de 15 leşker birînda bûn.

Hate zanîn ku saet di 07.00'an de 5 kîlometre dûrî avahiyên TOKÎ yê  Colemêrgê teqînek mezin pêk hat. Karwanê leşkerî ku ji wesatiyên sivîl pêk dihat, dema ji Lîwaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê derket û ber bi herêmên operasyonê ve ket rê, teqîn pêk hat.

Hate zanîn ku 2 jê giran 15 leşker birîndar bûn. Piştî teqinê leşker sewqî herêmê hatin kirin û operasyonê dest pê kir. Piştî teqînê riya Wan û Colemêrgê li trafîkê hate girtin. Her wiha nehiştin rojnameger biçin cihê teqînê. Cihê ku teqîn lê pêk hat hate dorpêçkirin. Piştî bûyerê li ser riya Bajaroka Silehê jî liv û tevgera leşkerî dest pê kir. Pişt re helîkopter jî ber bi herêmê ve firiyan.