1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Colemêrgê 35 kes hatin desteserkirin
Li Colemêrgê 35 kes hatin desteserkirin,li,colemêrgê,35,kes,hatin,desteserkirin

Li Colemêrgê 35 kes hatin desteserkirin

A+ A-

Li Colemêrgê serdegirtin û binçavkirin didome. Polîsan bi ser "Konê Çareseriya Demokratîk" û malan de girt. Di serdegirtina kon û malan de girt û ligel Wekîlê Nurullah Çîftçî Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê Orhan Koparan jî di navde 35 kes hatin binçav kirin.

Yekîneyên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Colemergê, di demjimêr 02.00 û 03.00'ê şevê de bi ser "Konê Çareseriya Demokratîk" û malan de girt. Di serdegirtina kon û malan de girt û ligel Wekîlê Nurullah Çîftçî Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê Orhan Koparan jî di navde 35 kes hatin binçav kirin.

Polîsan di serdegirtina malan de Wekîlê Seroke Rêxistina BDP'a Colemêrgê Orhan Koparan û Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Nurullah Çîftçî ku dema ji lêkolîna gundên Çelê û navenda Colemêrgê yên ji ber lehiyê zirar ditibûn vegeriyan malê û her wiha Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî Kenan Kaya, endam û rêveberên BDP'ê Fahri Kurt, Maruf Engin, Rahmi Temel, Mehmet Yurur, Melek Atan, Faruk Aksaç, Hatice Demir, Abdullah Kiliç, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Ferzende Yilmaz, Emdame Meclîsa Giştî ya Bajar Mehtap Daştan Demîrer, Selahattin Kurt, Kadîr Şahîn, Keyayê taxa Pehlîvanê Îsa Sakli hatin binçavkirin. 16 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.

POLÎSAN NÎVÊ ŞEVÊ BI SER KON DE GIRTIN

Her wiha dîsa polîsan di hemam demjimêrê de bi ser "Konê Çareseriya Demokratîk" de girt û di serdegirtina kon de welatiyên bi navê Kadîr Çelîk, Ekrem Îdem, Mustafa Îdem, Kasim Temel û kesên navê wan nehat zanîn bi tevahî 15 kes hatin binçav kirin. 15 kesên li kon hatin binçav kirin jî birin Midûriyeta Polîsan ya Colemergê. Sedema kesên hatin binçav kirin nehat zanîn.

ANF NEWS AGENCY