1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin
Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin,li,colemêrgê,4,leşker,hatin,kuştin

Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin

A+ A-

Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin, li dijî Zap û Heftenûnê topbaran ANF/ 28 Gulan 2011 BEHDÎNAN - Artêşa Tirk li bejahiyên Çewlik û Colemêrgê operasyon li dar dixe, her wiha Herêmên Parastinê yên Medya ku di bin çavdêriya gerîlayan de ne topbaran dike. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona di 25’ê gulanê de li bejahiya Çewlikê dest pê kiribû berdewam dike. HPG’ê got; “Artêşa Tirk roja 25’ê gulanê li herêmên Xozavît, Şehîd Bagok, Hebûn, Girê Karmas, Şehîd Hozan û Geliyê Pîr operasyon daye destpêkirin. Roja 26’ê gulanê bi helîkopterên skorsy û wesayîtan leşker veguhestine herêmê. Operasyonên li herêmê hê jî bi danîna kemînan berdewam dike.

LI COLEMÊRGÊ ŞER

HPG’ê ragihand ku di operasyona di navbera navçeya Çelê û bajarê Colemêrgê hat lidarxistin de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Roja 26’ê gulanê demjimêr di navbera 19.00- 20.00 de li herêmên Daşûra û Dara yên di navbera Colemêrg û Çelê de şerek di navbera leşkerên dijmin û gêrîlayên me de qewimî. Di encama şer de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û gêrîlayan derbe li panzerê xistin. Her wiha 3 ambûlansan jî piştî şer kuştî û birîndaran ji herêmê birine.

LI SER HERÊMÊN GÊRÎLAYAN TOPBARAN

HPG’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku di navbera 26-28’ê gulanê de herêmên Zap û Heftanûnê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye topbarankirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

*28’ê gulanê demjimêr di navbera 00.02 de Girê Bêtalma û gund Heftanûnên ser bi Herêma Heftanûnê ji aliyê artêşa Tirk hev hatin topbarankirin. *26’ê gulanê demjimêr 17.00-18.00 herêma Ertûş, Petrot, girên Şehîd Cîhad û Şehîd Zekî ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin.

* 26’ê gulanê demjimêr; 23.00 û heta 27’ê gulanê demjimêr 01.00’girên Şehîd Şêxmus û Şehîd Kemal ên ser bi herêma Heftanûnê ji aliyê artêşa Tirk vehatin topbarankirin.

ANF NEWS AGENCY