1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Cîhanê recm zêde dibe
Li Cîhanê recm zêde dibe,li,cîhanê,recm,zêde,dibe

Li Cîhanê recm zêde dibe

A+ A-

AMSTERDAM 29.09.2013 07:05:24 Rêxistina Mafên Mirovan a Jinê ya Navneteweyî ya bi navê "Di bin Huqûqa Îslamê de Jin" da xuyakirin ku di dema dawî de li cîhanê pêkanînên recmê yên li dijî jinan zêde bûne û bang li Neteweyen Yekbûyî kir ku bikeve nava tevgerê.

Beriya niha bi du mehan, li Pakîstanê dayika du zarokan jina ciwan Arîfa Bîbî, ji ber ku telefona destal (mobîl) bikar aniye, rastî cezayê recmê yê dadgeha şerîatê ya eşîrê hat. Piştre, jina ciwan ji aliyekê komele qelebalix ve ku ximzên wê jî di nav de hebû, bi keviran hat qetilkirin. Bîbî li çolê li cihekî nayê zanîn hat veşartin, lê der barê bûyerê de hînê kesek nehatiye binçavkirin.

Ji bo recm ku pêkanîna herî giran a îşkence û qetilkirinê ye, li qada navneteweyî bê qedexekirin û Sekreterê Giştî yê Neteweyên YekbûyÎ Ban Kî-moon peyameke şermezarkirinê biweşîne, rêxistinên jinan ev demeke dirêje dixebitin.

Yek ji rayedarên saziyê Naûreen Şamem daxuyaniyek da rojnameya Îndependent ku der heqê mijarê de nûçeyeke taybet weşand û diyar kir ku recm cezayekî qirêj û hovane ye û destnîşan kir ku ev yek pêkanîneke herî zalimane ya li hemberî jinan e.

Rêxistinên jinan dixwazin pêşnûme biryara Neteweyên Yekbûyî ya par li dijî sunneta jinan hatibû weşandin, li hemberî cezayê recmê jî bê derxistin.

Recm li gelek welatên Misliman ên li cîhanê qedexe ye. Di pirtûka pîroz a ola Îslamê de di mijara recmê de ti hikum nîne. Lê belê komên ku huqûqa şerîatê bikar tînin îdîa dikin ku qetilkirina bi keviran di hedîsan de heye.

Îran li gelemperiya cîhanê welatê ku herî zêde bi cezayê recmê dikeve rojevê ye. Di rewşa heyî de li girtîgehên cuda yên welêt, 11 kes ji ber tawanbariyên cuda li benda recmkirinê ne.

Li gorî parêzvanê mafên mirovan ê Îranî Şadî Sadr, cezayê recmê li girtîgehên veşartî, li çolê yan jî serê sibehan li qadên taybet ên li goristanan tên kirin.

Recm, tevî Îranê li welatên Morîtanya, 36 eyaletên Nîjeryayê, Pakîstan, Efganîstan, Qatar, Erebîstana Siûdî, Somalî, Sûdan, Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Yemenê qanûnî ye. Ji van welatan li Morîtanya û Qatarê cezayê recmê ti carî nehat pêkanîn.

Li Efganîstanê par herî kêm 4 jin bi keviran hatin qetilkirin, li herêma di bin kontrola milîtanên El Şabab a Somalî de jî 3 jin bi keviran hatin qetilkirin.


Bêjeyên Miftehî