1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Danîmarkayê bi deh hezaran kesî qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn
Li Danîmarkayê bi deh hezaran kesî qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn,li,danîmarkayê,bi,deh,hezaran,kesî,qurbaniyên,komkujiyê,bibîr,anîn

Li Danîmarkayê bi deh hezaran kesî qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn

A+ A-

Kopenhagen - Anf Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi deh hezaran kesî ji bo qurbaniyên êrîşa roja Şemiyê merasîmeke bîranînê lidar xistin. Di merasîmê de hat destnîşankirin, ku tevî êrîşan jî pêwîste civakên cuda bi hev re bijîn.

Di bîranîna li paytext Kopenhagenê de Serokwezîr Helle Thorning-Schmidt, Prensê Danîmarkayê Frederîk, Serokwezîrê Swêdê Stefn Lofven, Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo û redaktorê Charlîe Hebdo Patrîck Pelloux jî amade bûn. Li gorî çavkaniyên polîsan 30 hezar kes beşdarî bîranînê bûn. Organîzatoran jî dan xuyakirin ku herî kêm 40 hezar kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Serokwezîr Helle Thorning-Schmidt di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ê di azadiya xwe de israr bikin." Li ser navê civaka Yahûdiyan Dan Rosenberg Asmûssen jî xwest Misilman û Yahûdî ji hev re bibin alîkar. Asmûssen got, "Hevrikê me yê hevpar, tundraw in."

Di gelek çalakiyên li bajarên din ên Danîmarkayê de, mirovên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Di êrîşa li hemberî konferanseke li kafeyeke Kopenhagenê de çêkerekî 55 salî jiyana xwe ji dest da, êrîşkar dûre berê xwe da Sînagogekê û di êrîşa li vir de jî wezîfedarekî parastinê yê Yahûdî yê 37 salî jiyana xwe ji dest dabû. Di encama şopandina polîsan de bersûcê Omer El Huseyîn (22) ê mehkûmekî berê bû hat dîtin û di pevçûna li hemberî polîsan de ev kes hatibû kuştin.