1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li derdora peykera berxwedanê ya Kobanê kelehek sembolîk tê lêkirin
Li derdora peykera berxwedanê ya Kobanê kelehek sembolîk tê lêkirin,li,derdora,peykera,berxwedanê,ya,kobanê,kelehek,sembolîk,tê,lêkirin

Li derdora peykera berxwedanê ya Kobanê kelehek sembolîk tê lêkirin

Li ser pêşniyara YPJ’ê li Kobanê li derdora peykera Berxwedanê dîwareke sembolîk ya bi şeklê kelehê tê lêkirin. Wê çar rêz dîwar were lêkirin û her rêzek jî wê nîşana beşeke Kurdistanê be

A+ A-

KOBANÊ/ROJNEWS 

 Bi boneya 2. salvegera azadkirina bajarê berxwedanê Kobanê, ji aliyê şaredariya Kobanê ve projeyek hate ragihandin. 

 Li derdora peykera berxwedanê ya li qada gel dîwareke sembolîk a ji çar rêzan pêktê û nîşaneya çar beşên Kurdistanêye, tê lêkirin. 

 Hunermend Zîrek Mîre ku xwediyê hizrê peykerê azadiyê ye û heykeltiraşê peykera Berxwedana Kobanê ye, di derbarê projeya ku şaredariya Kobanê ji bo lêkirina dîwarek li derdora peykera Berxwedanê de ji ajansa me re axivî û got: “ Di salvegera serkeftina Kobanê de rêveberiya xweser a Kobanê ji bo parastin û sembola Kobanê dest bi projeyek nû kiriye. 

 Mîre her wiha destnîşan dike ku projeyeke bedewe û bi şêwazê kelhekiye. Çawa ku Kobanê bû keleha berxwedan û parastinê, îro jî bi heman awayî li derdora peykerê kareke xweş lêtêkirin. 

 Berpirsê desteya avakirina Kobanê Çoman Kenanî di derbarê lêkirina dîwarê berxwedanê de axivî û got: “Dîwar weke sembolek e. Çar aliyên dîwar bihevveye û ji çar rêzan pêk tê. Her rêzek temsîla parçeyeke Kurdistanê dike. Gelek fikrên cûda û pêşniyarên cûda di vê derbarê de hebûn. Lê, herî dawî şervanên YPJ’ê biryarê dan ku dîwarekî bi şeklê kelehê û temsîla çar parçeyên Kurdistanê bike, were lêkirin. Peykera 

 Berxwedanê ya sembolîk ya Kobanê, berhemekî binav û deng yê hunermend û peykertiraş yê Zîrek Mîre ye ku wekî diyariya bajarê Silêmaniyê di 15’ê Adara sala derbas bûyî de pêşkêşî Kobanê kiribû. (mk)