1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Dereayê 100 kes kuştin
Li Dereayê 100 kes kuştin,li,dereayê,100,kes,kuştin

Li Dereayê 100 kes kuştin

A+ A-

DEREA - Xwepêşandanên li bajarê Derayê ket roja xwe ya şeşemîn, hat diyarkirin ku di pevçûnên 24'ê adarê de 100 hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên herêmî, polîsên Sûriyeyê gule li girseya beşdarî merasima cenazeyên kesên duh li Derayê hatibûn kuştin, reşandin. Li gor agahiyên parêzvanên mafê mirovan dane, herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa nûçeyan a AFP’ê, di nûçeya xwe ya dispêre çavkaniyên herêmî de, piştrast kir ku herî kêm 100 kes hatine kuştin. Her wiha parêzvanên mafê mirovan ê bi navê Ayman Al Aswad ê li Derayê dijî, bi riya malperên parvekirinên civakî derbarê bûyeran de agahî dan.

Hikûmeta Sûriyeyê piştî bûyerên duh bi şev bi hezaran leşker veguhestibû Derayê. Hêzên leşkeran derketina bi şev li bajêr qedexe kir. Lê bi derketina rojê re nekarî girseya gel asteng bike.

Gelê bajêr îro xwest cenazeyên kesên di pevçûna duh de jiyana xwe ji dest dane veşêrin. Hat diyarkirin ku polîsan li dijî girseya li ber mizgefta el Omerî kom bûyî pêk anî. Di encama êrişê de herî kêm 100 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku li ser laşê piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane şûna guleyan hene.


Bêjeyên Miftehî