1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Derya Spî û Egeyê drama penaberan dewam dike
Li Derya Spî û Egeyê drama penaberan dewam dike,li,derya,spî,û,egeyê,drama,penaberan,dewam,dike

Li Derya Spî û Egeyê drama penaberan dewam dike

Bi bandora payîzê re li Derya Spî drama penaberan zêde bû

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Bi bandora payîzê re li Derya Spî drama penaberan zêde bû. Ji penaberên hewl dan ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibin 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 1000 penaberên li derya navbera Îtalya û Lîbyayê, kêm mabûn bixeniqin û hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravê ya Yewnan, keştiya 250 penaberên hewl didan ji Tirkiyeyê derbasî girava Lesbos bibe, binav bû. Rayedaran diyar kirin ku piştî binavbûna keştiyê 241 penaber hatine rizgarkirin, lê belê cenazeyê mirovekî bi emir û 2 zarokan hatin derxistin.

Rayedarên Yewnan dan xuyakirin ku ji ber bahoza li herêmê, xebatên rizgariyê yên li herêmê bi zehmetî tên meşandin û ew baş nizanin di keştiyê de bi temamî çend penaber hebûn.

Wekî din, di karesateke din a heman rojê ya keştiyê de, kurekî 7 salî yê ket nava deryayê, li nexweşxaneya li Molyvosê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya zarokekî din jî hînê xetere ye.

Rêgeheke din ber bi welatên Ewropayê, Lîbya-Îtalya ye. Hat raighandin ku li vê herêmê zêdeyî hezar penaber hatine rizgarkirin. Yekîneyên ewlekariya peravê ya Îtalyayê dan xuyakirin ku duh serê sibehê komek ji hezar kesan, hatine rizgarkirin û ev yek hejmara herî bilind a hefteyên dawî ye.

Li gorî daneyên Neteweyên yekbûyî, hejmara penaberên îsal hewl dan ji Derya Spî derbasî Yewnanîstan û Îtalyayê bibin 705 hezar e. Ji van 140 hezar derbasî Îtalyayê, 562 hezar jî derbasî Yewnanîstanê bûn.

Tê gotin ku ji destpêka salê û vir ve hejmara penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne zêdeyî 3 hezar 200 e.