1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî Kurdan û mûxalîfan operasyonên qirkirina siyasî
Li dijî Kurdan û mûxalîfan operasyonên qirkirina siyasî,li,dijî,kurdan,û,mûxalîfan,operasyonên,qirkirina,siyasî

Li dijî Kurdan û mûxalîfan operasyonên qirkirina siyasî

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, girtin û binçavkirina Kurdan û hêzên mûxalîf dewam dikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê li dijî Kurdan û hêzên çep-sosyalîst ve tên meşandin, dewam dikin. Bi nêzîkbûna 1'ê Gulanê re ev operasyonên qirkirina siyasî zêde bûn.

WAN

Hevseroka DBP'ê ya navçeya Wan Tûşbayê Harîka Ûyar di serdegirtina mala wê de ku derî hat şikandin, ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin. Duh bi şev jî Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan hatibû binçavkirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê, di operasyona li hemberî komele û saziyên civakî yên sivîl ên amadekarî ji bo 1'ê Gulanê dikin, operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de 6 kesên tê îdîakirin endamê Partiya karker Komunîst a Tirkiyeyê (TKÎP) ne hatin binçavkirin. Hat ragihandin kesên hatine binçavkirin Kardelen Yogûrgan, Yucel Memîş, Cem Gumuş, Fatma Alokmen, Ayla Sûbaşi û Dûygû Eylem Çaglar in.

STENBOL

Ji 24 kesên li Stenbol û Erzîromê hatin binçavkirin ku di nav de xebatkar û xwendevanên rojnameya Ozgur Gelecek hene, 16 sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. Dozgeriya Tirk piştî wergirtina îfadeyê, ji bo bên girtin ew sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê jî ji van 16 kesan Gulhanim Aslandogan, Muslum Cevahîr Vûrûcû, Alî Yetkîn û Bûlût Dogan girt.

DÊRSIM

Li Dêrsimê 7 kesên roja Yekşemê di serdegirtina li Komeleya Çand û Hunerê ya Xozadê de hatin binçavkirin duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê xwest Tahîr Demîrtaş, Bînalî Gulmez, Yilmaz Gurgul, Yanki Durmuş û Serhat Boztaş bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' werin girtin û sewqî dadgehê kir. Dadgeha Tirk jî her çar kes girt û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.

COLEMÊRG

Li bajarôk Xirvate yê navçeya Colemêrg Geverê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan Di serdegirtinan de endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP û DBP jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bi vî rengî ne: Zere Çîçek, Erol Çîçek, Davût Çelîk, Ridvan Çelîk, Tûfan Zere, Tûncay Zere, Emrûllah Zere, Fîremez Zere, Ramazan Zere, Nûrettîn Îmaç, Caner Yanik û Fethî Tatli."