1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî neheqiyê ekonomiya alternatîf
Li dijî neheqiyê ekonomiya alternatîf,li,dijî,neheqiyê,ekonomiya,alternatîf

Li dijî neheqiyê ekonomiya alternatîf

Li Kurdistanê li dijî neheqiya sosyo-ekonomî ekonomiya alternatîf

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 13.07.2014 07:17:34 Odeyên pîşeyî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberiyên herêmî û akademîsyenên li Kurdistanê, ji bo pêşî li xizaniya li Kurdistanê bigirin ekonomiyeke alternatîf biafirînin, bi armanca lidarxistin konferansekê dest bi xebatên atolye kirin.

Li dijî talana çavkaniyên dewlemendiya ser û binê erdê yên li Kurdistanê û li hemberî xizaniya li ser gel tê ferzkirin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dest bi amadekariyên 'Konferansa Aboriyê ya Demokratîk' kir. Di rojên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê bi beşdariya rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî yên sivîl, odeyên pîşeyî û akademîsyenan xebatên atolyeyê hatin destpêkirin. Ekonomîst Azîze Aslan a di rêveberiya gelemperiyê de doktora xwe amade dike û di xebatên amadekirina konferansê de cih digire, der barê xebatên ekonomiya model û alternatîf a li Kurdistanê de ji ANF'ê re axivî.

EGER DEWLET QEBÛL NEKE HÊZA ME YA PARASTINA CEWHERÎ WÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ

Ekonomîst Aslan diyar kir ku li ser daxwaza Xweseriya Demokratîk li atolyeyan li ser bernameya aboriya alternatîf danûstandin tên kirin û destnîşan kir ku eger di vê mijarê de dewlet dest bi muzakereyê neke ewê dîmanîkên cewherî yên civakê re vê yekê bixin meriyetê. Aslang ot, "Ez di Komîteya Amadekar a Konferansa Aboriyê ya KCD de cih digirim. Armanca me ya bingehîn ew e ku em daxwaza Xweseriya Demokratîk li siyasetê dikin. Daxwaza xwe ya Xweseriya Demokratîk em dikarin bi du awayî bicih bînin. Yek ji van alternatîfan; di encama muzakereya bi dewletê re em dikarin pêk bînin, ya duyemîn jî eger bi dewletê re li hevkirinek çê nebe em dikarin bi hêza xwe ya cewherî pêk bînin. Em êdî nikarin bisekinin, gelê Kurdistanê bi neheqiyeke mezin a sosyo-ekonomîk re rû bi rû ye. Bi vê têgihiştinê me dest bi amadekariya vê konferansê kirin. Ji ber vê yekê divê em tavilê bi hêza xwe ya cewherî, aboriyekê ava bikin. Em behsa ekonomiyeke alternatîfî sîstema kapîtalîst dikin."

ÇAVKANIYÊN DEWLEMEND ÊN KURDISTANÊ DI DESTÊ SERMAYEYÊ DE NE!

Aslan da xuyakirin ku ew dixwazin bi daneyên zanistî re asta heyî ya sîstema kapîtalîst û mêtîngeriyê xwe li Kurdistanê gihandiye derxînin holê û destnîşan kir ku ew atolyeyan jî weke xebateke fîzîbîlîte dinirxînin.

Aslan got, "Mînak atolyeya li Êlihê atolyeya av, enerjî û madenkarî bû. Gelekî berhemdar bû. Di sektora madenê de bi rêjeya ji sedî 54'an ji Kurdistanê re destûra bikaranînê hatiye dayîn û ev destûrnameyên hatine dayîn jî veguherîne milkê taybet. Yanî li ser erdnîgariyê, li ser çavkaniyên xwezayî serdestiya gel nîne, berevajî serdestiya sermayeyê û serdestan heye."

ARMANCA ME EKONOMIYA KOMUNAL E

Ekonomîst Aslan ragihand ku armanca wan ekonomiyeke komunal e û anî ziman ku ji bo vê yekê navgînên pêwîst bi têrkerî li ber destê wan nîne. Aslan got, "Perspektîfa me ya bingehîn derdikeve holê. Em dixwazin aboriyeke komunal derxînin holê. Ji bo ve jî divê em ji aliyekî ve li hemberî sîstemê li aliyê din jî li dijî dewletê têbikoş in."

Aslan ragihand ku ewê bi dînamîkên cewherî yên li Kurdistanê re aboriyeke alternatîf ava bikin û ragihand ku ew modelên li cîhanê li ber çavan derbas dikin.