1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li dijî nexweşiyan dermanê alternatif: Nebatên xwezayî
Li dijî nexweşiyan dermanê alternatif: Nebatên xwezayî,li,dijî,nexweşiyan,dermanê,alternatif,nebatên,xwezayî

Li dijî nexweşiyan dermanê alternatif: Nebatên xwezayî

Di sedsala 21'an li dijî nexweşiyan dermanê alternatif: Nebatên xwezayî

A+ A-

10:08 27.02.2014 1 / 3 HULYA OKALÎN

ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê welatiyê bi navê Aydin Çelîk bi salan ê ku ji bo çareseriyê ji êşan re bibîne dermanan ji nebatan çêdike û çareserî ji nexweşan re dibîne. Çelîk diyar kir ku heya niha bi dermanê xwezayî 300 kesên bi nexweşahiyên şanik, êşa pistan, bawesîr û hwd tedawî kiriye.

Li herêmê hêj li gelek devaran dermanên xwezayî û nebatên çolê li dijî nexweşiyan tê bikaranîn. Ji dîrokê heya niha hertim kurdan dermanên êşên xwe bi destê xwe ji xwezayê peyda kiriye. Lê di serdema dawî de ev kevneşopiya ku hertim ji êşa mirovan re bûye derman, ji holê radibe û wek tiştekî xirap tê dikin. Li Êlihê welatiyê ku dixwaze kevneşopiya dermankirina xwezayî bidomîne Aydin Çelîk bi salan ê ji bo çareseriya êşan dermanan jî nebatan çêdike. Ji gelek nexweşan re derman peyda dike û nexweşan bi nebatên xwezayî derman dike. Aydin Çelik (53) li navçeya Kercewsê ya Êlihê hatiyê dînê, bavê 11 zarokan e û bi salan e li navenda Êlihê dabara xwe bi derzîvantiyê dike. Çelîk di salan 1993'an de û şunde dest bi dermanê xwezayî dike, Çelîk, heya niha 300 welatî bi dermanê xwezayî yên bi nexweşahiyên şanik, êşa pistan, bawezîr û hwd tedawî kiriye.

'Tenê ji pel û daran derman çêdikim'

Aydin Çelîk diyar kir ku ev 20 salin bi vê rêbazê 300 kes derman kiriye û wiha got: "Min ev pîşe ji xezûrê xwe girtiye û vê kevneşopiya kevnare berdewam dikim. Xezûrê min zilamekî pir kal e. Ji xwezayê pir hez dike. Hertim ji xwezayê dermanan çêdikir û êşên welatiyan re dibû çare. Bi hazar kesî bi vê awayê mirov derman kir. Ji bo dermankirna wî tu gazinc nehatin. Ez tenê ji pel û daran derman çêdikim. Her tişt xwezayî û sade ye. Em dermanên xwe bi pelên çiçekan, ji giyayên wek giyazava, qaqilên guzan û ji daran çêdikin."

'Bi salan e ji her deverê nexweş tên cem min'

Çelîk, diyar kir ku bi salan e her nexweş tên cem wî û wan bi vê rêbazê derman dike. Çelîk, da zanîn ku bijîşk û dermanfiroş jî rêbaza wî dipejirînin. Çelîk destnişan kir ku ji xeynî wî du kurên wî jî li Stanbol û Êlihê vî karê dimeşinin.

(ho/mae)