1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Li dijî Çemê Zê dijminahî tê kirin'
'Li dijî Çemê Zê dijminahî tê kirin',li,dijî,çemê,zê,dijminahî,tê,kirin

'Li dijî Çemê Zê dijminahî tê kirin'

A+ A-

Li ser riya bejayî ya Colemêrg û Çelê ligel hişyariyên şaredariyê gelek saziyên fermî Çemê Zê qirêj dikin û yekîneyên şaredariyê li cihê çop lê valakirin dest bi paqijiyê kirin. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, diyar kir ku hinek kes li dijî Çemê Zê dijmihayê dikin û wiha got: "Kesên dixwazin Colemêrgê û şaredariya me xerab nîşan bidin hene."

Li Colemêrgê gelek saziyên fermî û saziyên din li şuna çop û xweliya kalorîferan navenda komkirina çopê vala bikin li beravên Çemê Zê vala dikin. Ji ber vê yekê derdora Çemê Zêd tev qirêj bû û bû çop û sergo. Li ser felaketa hawirdorê Şaredariya Colemêrgê dest bi tevgerê kir. Şaredariya berê der heqê vê yekê de serî li rêbazên ceza birînî da tu encam bi dest negirt, li qada çop lê tên valakirin dest bi paqijiyê kir. Yekîneyên şaredariyê bi 2 wesayîtên kar û 5 kamyonan çopan dibin navenda çopan. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu venêrtiya xebatê kir û bertek nîşanî vê yekê da. Bedîrhanoglu, anî ziman ku li hemberî vê yekê ji xwe fedî dikin.

'Ev kes dijminên hawirdorê ne'

Bedîrhanoglu, da zanîn ku mafê tu kesî nîne xwezayê qirêj bike û wiha axivî: "Em li hemberî dîmenek nebaş in. Her sal li gel hemû hişyariyan derdorê qirêj dikin. Saziyên fermî danezan û hişyariyên me li ber çavan nagirin û çopa xwe li dervê sînoran rodikin. Wekî tê xuyakirin di navbera cihê çop lê hatin valakirin û qada çopê 100-150 metre heye. Lê kesên çopan dibin nabin cihê lê bê valakirin dibin li ber rêyê an jî vala dikin Çemê Zê. Wekî li hemberî Çemê Zê dijminahiya wan heye û bi zanebûn Çemê Zê qirêj dikin."

'Kesên dixwazin şaredariya me reş bikin hene'

Bedîrhanoglu, da zanîn ku kesên vê yekê dikin li hemberî Çemê Zê dijminahiya wan heye û wiha pê de çû: "Mirovên bi taybet dixwazin Colemêrgê û şaredariya me reş bikin û xerab nîşan bidin hene. Ez dixwazin vê yekê nekin."

(bd/mae)