1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî îdaman kampanya îmzeyan
Li dijî îdaman kampanya îmzeyan,li,dijî,îdaman,kampanya,îmzeyan

Li dijî îdaman kampanya îmzeyan

A+ A-

PÎROZ ORHAN/SERBAZ SIYAMEND

Parlamenterên, Parlamentoya Herêma Federala Kurdistanê, bi boneya şermezarkirina darvekirina ciwanên kurd yên li Îranê, kampanyaya îmzeyê dan dest pê kirin. Parlementera Listeya Goran Peyman Ezedîn ku tevli kampanyayê bûye diyar kir ku ev kampanya derengî maye û wiha got: “Ev qampanya ji bo nerazîbuna dardakirina ciwanên kurd despêkiriye lê em dikarin bêjin ku direng jî maye. Pêwîst bû ku zûtir bihata despêkirin.”

Li Parlemantoya Herêma Federala Kurdistanê parlementeran li dijî dardakirina ciwanan û siyastmedarên kurd yên Îranê, kampanyaya îmzeyê dan dest pê kirin. Parlementera Listeya Goran Peyman Ezedîn nêrînên xwe yên der barê kampanyayê de ji DÎHA'yê re parvekir. Ezedî, bertek nîşanê helwesta rejima Îranê da û bibîrxist ku beriya niha jî hin ciwanên kurd ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin. Ezedî wiha axivî: "Li dijî vê li Başur, Bakur û Rojhiyatê Kurdistanê dengê nerazîbûnên gel bilind bû. Ge ev kiryarên hovane şermezar kir. Divê hîn bêhtir xebat li ser kampanyaya îmzeyan were meşandin û berfireh bibe.”

'Divê bi parlamenterên Îranê re têkildarî mijarê hevdîtin pêkbê'

Ezedîn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku lazime parlamenter û parazwanên mafê mirovan li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û wiha pêde çû: "Bi taybet divê parlementerên Parlemantoya Kurdistanê li ser komkirina îmzayan û berfirehkirina kampanyayê xebat bidin meşandin. Ev îmzayên tên komkirin wê radestî Sefiriya Îranê ya Hewlêrê re bên ragihandin. Ji bo pêşxistin û xurtkirina vê kampanya yê, ez ji Serokê Parlementoya Kurdistanê re pêşniyar bikim ku bi avayek fermî bi Parlamentoya Îranê re bê cem hev û ji bo dawî li van dardakirinan bê xebat bike." Ezedîn, destnîşan kir ku di vî warî de peywira herî mezin dikeve ser milê parlamenterên kurd û xwest parlamenterên kurdan ji bo hemû kurdên çar perçeyên Kurdistanê xebat bikin.

Heta niha 30 parlamenteran imze dane kampanyayê

Ezedîn, der barê rewşa kampanyayê de agahî dan û got ku heta niha 38 parlamenteran îmze dane kampanyayê. Ezedîn, bilêvkir ku lazime hemû kes piştgiriyê bidin kampanyayê û wiha axivî: "Pêwîste bi taybetî di vê demê de siyasetmedar û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser van kiryaran bi agahdarbin. Divê siyasetmedar û burokratên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicivin û kongreyek neteweyî pêkbînin. Lê minxabin destûr ne dane kongre bê lidarxistin. Divê em ji bo ku pirsgirêkên hemû kurdan bên çareserkirin, di warê lidarxistina kongreyê de bi israr bin." Ezedin di dawiya axaftina xwe de got ku wekî jinek kurd ew darvekirinên ciwanên kurd bi zimenet tun şermezar dike û wiha axivî: "Ev rejim xwe wekî misilman û mafdar dibinin, lê ev kiryar ne kiryarên mirovan in. Ne kiryarên rêxistinekî îslamine. Ez bang li rejima Îran dikim ku dest ji vê helwestê berde."

DÎHA (Wene: Esmer TUNÇ)

(po/lg/mae)