1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Dr. Fayîq Gulpî êşkence kirin
Li Dr. Fayîq Gulpî êşkence kirin,li,dr,fayîq,gulpî,êşkence,kirin

Li Dr. Fayîq Gulpî êşkence kirin

A+ A-

ANF / 22 Avrêl 2011 SILÊMANÎ

Roja 21’ê Nîsanê siyasetmedarê Kurd Dr. Fayîq Gulpî gava diçû Silêmaniyê ji aliyê xala kontrolê Taslûca ya YNK’ê ve hat binçavkirin. Rayedarên Asayîşê heta niha derbarê mijarê de tu daxwiyanî nedaye. Hat diyarkirin ku îşkence li Dr. Fayîq hatiye kirin.

Derbarê kesên endamê meclîsa xwepêşandanên ku ku ji roja 17’ê Sibatê ve li Meydana Azadî ya li nêzî Derkê Sera ya Silêmanî li dijî gendeliyê xwepêşandan li dar dixin biryara girtinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de Serokê berê yê PÇDK’ê Dr. Fayîq Gulpî , endamê Desteya Rêveber a PÇDK’ê Ebubekir Mecit û berpirsê PÇDK’ê yê Pêncewinê Kemal Sadiq Qadir hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku din bin çavan de îşkence li Dr. Fayîq Gulpî hatiye kirin

ANF NEWS AGENCY