1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Duhokê 1. Mîhrecana Filman
Li Duhokê 1. Mîhrecana Filman,li,duhokê,1,mîhrecana,filman

Li Duhokê 1. Mîhrecana Filman

Li Duhokê 1'emîn Mîhrecana Filman a Navneteweyî

A+ A-

1'emîn car, Mihrîcanan Fîlman a Neteweyî di pêşengiya Serokê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwana, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî, Huner, Spor û Ciwana li Duhokê dê bê lidarxistin. Mihrîcan dê di 9 û 16'ê Îlonê de pêk bê.

Di pêşengiya Serokê Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwana, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî de 1'emîn car mîhrecana filmên Kurdî û bîyanî ya Navneteweyî dê bê lidarxistin. Di mihrîcanê de dê kurte film û filmên dirêj û filmên dukomênt jî cîh bigrin. Nîşandana Filman wê di her du demê sibê û êvarî werên nîşandan. Mîhrecan dê di roja yêkşemî seat 4 êvarî bi merasîmeka taybet dest pê bike. Di vekirina merasîmê de wê pêşnageha wêneyan were vekirin. Ji bo 4 wênekêşên kurd ku di nava wanda wêneyên bajarê Amedê yên Wênekêşvanê navdar ê kurd Mehmet Mahsum Suer jî hene. Suer di derbarê pêşangeha xwe ya di mîhrecana filman a Duhokê de ji ajansa me DÎHA'yê re axifi û wiha got: "Komiteya rêwebir a Mihricana Filman a Duhokê ji bo mevanen biyani ji min peşangeha min a bi navê Amedê xwestin. Min ji ev daxwaz ji bo danasina bajarê xwe weke derfeteke dît û kefa min hat. Es spasîyen xwe pêşkêşî rêveberîya festivale dikim. "

Berpirsê Ragehandina Lijneya Mihrecanê Îsmaîl Tahir Cangîr jî têkildarî mihrîcanê ya li Duhokê daxwuyaniya taybet da ajansa me DÎHA'yê û wiha got: "Heya niha nêzî 300 filmên Sînemayî ji hemu welatên cîhanê gihiştine lijneya wergirtina filman û biryar ewe ku zidetirî 130 sînemakarên cîhanî yên navdar di rojanên Mîhrecanêda beşdar bin. Mîhrecan wê roja yêkşemî 9'ê Îlonê li hola kongireyan li zanîngeha duhokê were encam dan. Heya neha amadekaryên herî baş ji aliyê lijneyên taybetmend bi encamdana vê mîhrecanê hatîne kirin." Tahir Cangîr destnîşan kir ku kompanî û alîyên bazerganî di gel 29 dezgehên ragehandinê li Kurdistanê weke sponser bu mihrecanê amadeya xwe ragehandîye û wiha got: "Di çend rojên borî de posterên mîhrecanê derketîne û di aliyê reklamê ve reklama Mîhrecanê derketîye û weke ya pêdivî reklam jê vê mîhrecanê ra bi başî hatiye kirin ji bo agehdar kirina gelê me. Bernameya mihrîcanê bi dawî bûye û amade ye." Tahir Cangîr di berdewamya axiftinên xwe de da zanîn ku filmên kurdî yên beşdar di mîhrecanê de li gorî pîver û standardên cihanî hatîne hilbijartin û ji aliyê lijneyeke taybet ve xelatan wê wergirên lê yên bîyanî tenê wê li mîhrecanêda werên nîşan dan.

Endamê Bilind ê Lijneya Mihrecanê Mesud Arif jî li ser hilbijartina filmên beşdarî mîhrecanê bibin wiha axivî: "Fîlm bi 3 rêyan tên wergirtin. Bi rêya offîsên derveyî welat li ewrupa, li Îranê û Tirkiyeyê film hatin komkirin. Piştî fîlm li ofîsan hatin komkirin ji mere hatin şandin. Li gorî ku lijneya mîhrecanê biryar daye ku dê tenê film bên şandin jî lijneya mîhrecanê ra berhemên sala 2011 û 2012'an hatin şandin. Lê me qebûl nekir. Ji ber ku erkê me pir giran bu bu helbijartina filman nêzî 300 film gihişt ber destê me Gelek fîlmên 2010 û 2011'an jî ji merehatin, lê me tenê yên di nava salekê de qebûl kirin.

Afir, da zanîn ku kesên têkevin rêzê dê di mihrîcanê de bên xelatkirin.

Nûçe: Nûçegîhanê dildar Bawer Mihemed)

(bm/mae)


Bêjeyên Miftehî