1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Duhokê Meclîs ava bû
Li Duhokê Meclîs ava bû,li,duhokê,meclîs,ava,bû

Li Duhokê Meclîs ava bû

Li Duhokê Meclîsa Hemwelatiyên Azad û Wekhev ava bû

A+ A-

Li Duhokê Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev 1'emîn konferansa xwe bi beşdariya 91 delegeyan pêk anî. Di konferansê 4 ji nûnerê partî û saziyên sivîl û 9 ji gel bi tevahî 13 kes ji bo meclîsê hatin hilbijartin.

Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev, bi beşdariya gelek rewşenbîr û saziyên sivîl li Duhokê 1'emîn konferansa xwe li Salona Azadî bi tevlêbûna 91 delegen pêk anî. Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê komîteya amadekar ji bo komxebata hatiye meşandin Serdar Star axaftinek kir. Atar li ser girîngiya Hemwelatiyên Azad û Wekhev axivî û wiha got: "Hemwelatiyên Azad û Wekhev ne partiyekî siyasiye û ne jî saziyekî sivil e. Ji wê zêdetir îradebûna gele û tevgera xwedî li xwe derketine gel e. Ez li vir spasiya dayîkê şehîdan dikin ku em bi xêra wan li vir kom bûne."

Di konferansê de peyamên meclîsên HAW Kerkûk, Mûsil, Silêmanî, Hewlêr hatin xwendin. Li ser navê Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî da zanîn ku Kurd sistemên ji aliyê gelê din ve hatiye pêkanîn û wiha got "Niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî sistema herî guncav Hemwelatiyên Azad û Wekhev e. Sîstema kapitalist, sosyalîzma klasik û Îslama siyasî xuya bû ku ji bo pirsgirêkên gelan û daxwazên gelan nebûye çareserî."

Pêştî axaftinan reşnûsa programa Hemwelatiyên Azad û Wekhev hate xwendin û bi hemû dengan heta pejirandin. Di konferansê 4 ji nûnerên partî û saziyênsivîl û 9 ji gel 13 kes ji bo meclîsa Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev ya Duhokê hatin hilbijartin.

(ak-ex/mae)


Bêjeyên Miftehî