1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Efrînê peykerê Arîn Mîrkan tê çêkirin
Li Efrînê peykerê Arîn Mîrkan tê çêkirin,li,efrînê,peykerê,arîn,mîrkan,tê,çêkirin

Li Efrînê peykerê Arîn Mîrkan tê çêkirin

A+ A-

DILYAR CEZÎRÎ

EFRÎNÊ – Li Efrînê peykerê şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan ku li Kobanê li hemberî çeteyan çalakiya fedayî pêk anîbû, tê çêkirin.

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê Buharîn Şêxo (26) ku ji 9 saliya xwe ve şêwekariyê dike, dest bi çêkirina peykerê têkoşer Arîn Mîrkan kir.EFRIN-PEYKERE-SEHID-ARIN-MIRKAN-2

Buharîn Şêxo ku gelek tabloyên wê hene û bi berhemên xwe tevlî pêşengehan jî bûye, diyar kir ku ew gelekî dibin bandora têkoşîna Arîn Mîrkan de maye lewre jî dest bi çêkirina peyker kiriye. Buharîn destnîşan kir ku piştî peyker temam bû, ew ê li navenda çandê bicîh bike û bîranîna Arîn Mîrkan bide jiyandin.

Buharîn di odeyeke teybet ku ji bo peykertiraşiyê hatiye amadekirin xebata xwe didomîne.

(aq)

ANHA