1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Erdîşê 8 jin hatin kuştin
Li Erdîşê 8 jin hatin kuştin,li,erdîşê,8,jin,hatin,kuştin

Li Erdîşê 8 jin hatin kuştin

Li Erdîşê di salekê de 300 jin rastî tundiyê hatin û 8 jin hatin kuştin

A+ A-

ÎDRÎS YILMAZ Li gorî daneyên Dozgerê Komarê yê Erdîşê di sala 2012'an de 39 jin rastî tundiya nava malê hatin û 3 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên saziyên sivîl ên civakî û saziyên jinan jî 300 rastî tundiyê hatin û 8 jin hatin qetilkirin.

Tundiya li hemberî jinê hem li derve û hem jî di nava malê de berdewam dike. Li herêma Serhedê jî binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Di encama tundiya zilam a li ser jinê de gelek jin rastî tundiyê tên û gelek jin jî tên kuştin. Li navçeya Erdîşa Wanê jî daneyên tundiyê ku hatin bidestxistin encamek balkêş û tirsnak e. Li gorî dane û çavdêriyên saziyên sivîl ên civakî û saziyên edlî di sala 2012'an de 300 jin rastî tuniyê hatin û 8 jin jî hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Dozgeriya Komarê ya Erdîşê jî 3 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Dozgeriya Komarê 39 jin rastî tundiya nava malê hatin û 3 jin ji aliyê hevserê xwe ve hatin qetilkirin.

Seroka Rêveberiya Komeleyae Tevlêbûna Jiyanê ya Jinê ya Erdîşê Meftun Sala, diyar kirku 16 meh berê Sevda Kaya ji aliyê hevserê xwe yê bi mara mele zewicî ve hat qetilkirin û wiha got: "Li lêkolîn û lêpirsîna dozgeriyê de di destê endamên malbatê de şopa barûdê hat dîtin. Lê disa der barê kujeran de tiştek nehat kirin. Li vî welatî nirxên ku didin jiyanê bi kuştin û lêpirsîna Sevda xwe dide der. Ji bo gelek kuştinên jinan lêpirsîn nayê vekirin. Di lêpirsinên hatine vekirin de jî hêj encam nehatiye bidestxistin.

'Jin piştî tên kuştin jî dikin malê pazarê'

Sala, anî ziman ku jin her tim wekî malê pazarê tên bikar anîn û wiha got: "Jin piştî tên kuştin jî dîsa pazar dikin. Hêj lêpirsina kuştinê bi dawî nebûye vê carê pereyê xwînê dixwazin. Dema ceza tên birîn jî wekî sûcekî biçûk ceza tên birîn. Proje û pêşniyarên jinan û saziyên jinan nayên qebûl kirin.

(mae)