1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ewropayê serdema `korsanan`!
Li Ewropayê serdema `korsanan`!,li,ewropayê,serdema,korsanan

Li Ewropayê serdema `korsanan`!

Di hilbijartinên li Swêd, Elmanya û Spanyayê de korsanên Ewropî serkeftinekî ku tu kes ne li bendê bû bidest xistin, xwe amade dikin partiyek hevpar avabikin

A+ A-

Di hilbijartinên li Swêd, Elmanya û Spanyayê de korsanên Ewropî serkeftinekî ku tu kes ne li bendê bû bidest xistin, xwe amade dikin partiyek hevpar avabikin. Korsanên ku li Pragê hatin cem hev, biryar girtin ku Partiya Korsanên Navnetewî ava bikin û di hilbijartinên 2014 yên Ewropayê de bikevin Parlementoyê.

Armanca wan; siyasetek zelal, înterneta azad û wekheviya mafan. Di hilbijartinên dawî yên li Swêd, Elmanya û Spanyayê serkeftinekî tu kes ne li bendê bidestxistin û xwe amade dikin ku parityekî hevpar ya korsanên Ewropayê avabikin. Korsanên ku li Pragê hatin cem hev, biryar girtin ku Partiya Korsanên Navnetewî avabikin û di hilbijartinên 2014’an de bikevin Parlementoya Ewropayê.

Hinek wana di şibînin, beriya 30 salan derketina Keskan ku hevsengiya siyaseta Ewropa guherandibûn. Ji xwe di anketên dawî yên li Elmanyayê hatin kirin de sedê 13 deng girtine û Kesk derbaz kirine. Niha çav li Partiya Korsana ku cara yekem di 2006’an de derketibû.

li gorî şîrketa Forsa ya hûrkolîna gelemperî, Partiya Çep û Partiya Demokrat û Azad (FDP) li pey xwe dihêle û cihê xwe di rêza çarem yên partiyên Elman de digire. Çav li rêye ku Partiya Korsan di hilbijartinên meha Gulanê yên li eyaletên Schleswing-Holstein û Ren Vestfalya Bakûr benda ji sedê 5’ê derbaz bike.

ARMANCA DI 2014’Ê DE LI PE AVAKIRINA KOMÊ YE

Weke din Partiya Korsanên Ewropa ku li Awistrya, Luksemborg, Frense, Macerîstan, Rûsya û herî dawî li Tûnûsê partî avakirin, ji bo bi hev re tevger bikin li paytextê Çekê Pragê kombûn. Civîna ku 200 delegeyên ji 25 welatan hatîn tevlîbûn û armanca wan ya destpêkê di hilbijartinên 2014’ê de ketina Parlementoya Ewropayê ye.

Civîna ku endamên partiyên korsan yên li Hirvatîstan û Yûnanîstanê hatîn avakirin ku ji aliyê Partiya Korsanên Navnetewî ve hate pejirandin, pêşroja tevgerê hate nîqaşkirin.

KORSAN ÇI DIXWAZIN?

Partiya Korsanên Navnetewî dixwazin weke partiya Keskan ya di sala 1980’ê de ‘cûdahiyekê bidin avakirin’. Azadiya înternetê dixwazin. Her wiha di siyasetê de zelalî, mafê perwerdê û hatin û çûna bi wesayîtên mezin ya bêpere.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî