1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Ewropayê çalakiyên li dijî faşîzma AKP'ê
Li Ewropayê çalakiyên li dijî faşîzma AKP'ê,li,ewropayê,çalakiyên,li,dijî,faşîzma,akp,ê

Li Ewropayê çalakiyên li dijî faşîzma AKP'ê

Operasyonên qirkirna siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li dijî vîna gelê Kurd dimeşîne, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Operasyonên qirkirna siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li dijî vîna gelê Kurd dimeşîne, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

BESANÇON: Li bajarê Besançon ê Fransayê, ciwanên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û tevgerên çep ên Fransayê çalakiyeke hevpar lidar xistin. Bi qasî 200 kesên li meydana Place du 8 Semtembre li hev civiyan, li dijî operasyonên qirkirina siyasî dirûşme qîriyan. Di çalakiyê de belavoka Platforma Piştgiriya Kurdistanê û nameyên Hevserokên HDP'ê yên ji girtîgehê şandin, bi zimanê Fransî hatin xwendin.

KOPENHAGEN: Bi qasî hezar Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Danîmarkayê û Meclîsa Jinê ya Sêvê, li stasyona Svanemollen a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Li ser navê HDK-Danîmarkya Cemal Ozsaygi li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê axivî û got, "Li welatê me û li erdnîgariya Kurdistanê bi her awayî zext, barbarî, komkujî û pêlan girtinê bi rengekî bêperwa dewam dikin. Ev yek dîktatoriya faşîzmê ye. Berxwedana li dijî faşîzmê maf e û di heman demê de erka mirovbûnê ye." Ozsaygi girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê bibîr xist û got, "Li ku dibe bila bibe, em ê tevî dostên xwe wan bi tenê nehêlin. Em ê hemû bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

'DIVÊ HELWESTA WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ ZELAL BE'

Parlamenterê Endedslîsten a Danîmarkayê Søren Søndergaard jî bi zimanekî tund girtin û zexta li HDP'ê şermezar kir. Søndergaard bibîr xist, ku tevî girtina siyasetmedarên Kurd ji duh ve bi qasî 370 rêxistinên civakî yên sivîl hatine girtin. Søndergaard da xuyakirin, ku ji parlamenterên partiya wan Nîkolaj Vîllûmsen û ji berdevkên têkiliyên derve yên Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde niha li Amedê ne, her tiştî li cih dişopînin ew ê bi parlamenterên girtî re hevdîtinê bikin. Søndergaard da xuyakirin, ku ev operaysonên qirkirina siyasî yên li Tirkiyeyê ne yên qebûlkirinê ne û anî ziman, ji bo Yekîtiya Ewropa li dijî vê yekê nerazîbûnê nîşan bide, ew ê bixebitin

Di çalakiyê de herî dawî Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst û Wezîrê berê yê Karên Derve Holger K. Nîelsen axivî û ragihand, siyaseta li Tirkiyeyê bi destê Erdogan ber bi dîktatoriyê ve diçe. Nîelsen bang li Danîmarka û welatên Ewropayê kir, ku li dijî girtina siyasetmedar, mûxalîf û nivîskaran, derhal helwestê nîşan bidin.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana HDP'ê", "Dîktator Erdogan" qediya.

AMÎENS: Li bajarê Amîens ê Fransayê, çalakiya 'dest nede vîna min' bi beşdariya endamên Partiya Komunîst (PCF) nûnertiya Herêma Oîse, komeleya mafên mirovan û Kurdên Rojavayî û Bakurî pêk hat. Nûnerên PCF û komeleyên mafên mirovan di meşê de axivîn û komkujÎ, zext û girtina li vîna gel û gelê Kurd tê kirin, şermezar kirin. Qisekeran bi zimanekî tund bêdengiya welatên Ewropayê rexne kirin û xwestin, li cem gelê Kurd cih bigirin.

NANTES: Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer, Komeleya Jinê ya Zîn, CDF, komên antî faşîst û dostên Kurd ên Fransayî li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê li Place du Commerce ya Nantesê li hev civiyan û heta Place Graslînê meşiyan. Piştî meşê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Gulasor Ûzûn axivî û ji welatên Yekîtiya Ewropayê xwest derhal ambargoyê deynin ser Tirkiyeyê. Her wiha bang li gelê Fransayê kir, ku piştgiriyê bide gelê Kurd. Mîtînga li Nantesê bi çalakiya rûniştinê qediya.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, meş û mîtîngeke girseyî hate lidarxistin. Bi qasî 2 hezar kes li nava bajêr meşiyan. Meşê ji Beûrspleînê dest pê kir û li ser zext û zordariya lig elê Kurd tê kirin, belavokên bi zimanên Hollandî û Îngilîzî hatin belavkirin. Di dema meşê de hin faşîstên Tirk hewl dan girseyê provoke bikin. Hin ciwanan li pêşberî van provokasyonan xwe parastin, lê ji aliyê polîsan ve hatinb inçavkirin. Girseya gel li dijî vê yekê çalakiya rûniştinê pêk anî. Li Mûseûmpleînê jî mîtîngek hat lidarxistin û nûnerên rêxistinên beşdar, axivîn.

TOÛLOÛSE: Kurdistaniyên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn tevî dostên xwe meş û mîtîngek lidar xistin. Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Capîtolê li hev civiya û bi qîrîna dirûşman heta Place d'Armenîe meşiya. Li vê derê axaftin hat irin û girtina hevserok, parlamenter û siyasetmedarên Kurd hate şermezarkirin. Li ser navê Rêya Proleterya jî belavokek hat xwestin û daxwaza derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' hat kirin. Nûnerên KCD'ê jî bang li Kurdan û dostên wan ên Ewropayê kir, ku dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derkevin.

FÎRENZE: Bi qasî 3 hezar Kurd û Îtalyanên li meydana Cîompî yê bajarê Fîrenze yê Îtalyayê li hev civiyan, ji bo faşîzmê û Erdogan protesto bikin, meşiyan. Xwendekarên zanîngehê û komunîstên Îtalyayê bi xurtî tevlî meşê bûn û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" qîriyan.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, çalakiyên Kurdan dewam dikin. Çalakiya duh ji aliyê Komîteyên Dostaniya Kurdistanê ve hat lidarxistin û diyarî salvegera 18. a hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Romayê hat kirin. Qisekeran gotin, "Me 18 sal winda kir. Em ê hê çiqasê din winda bikin? Azadiya Ocalan mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e."

Li paytexta Romayê, her wiha girseya li meydana San Gîovannî li hev civiya, piştî mîtînga 3 saetan meşiyan. Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn daxwaza azadiya siyasetmedarên HDP/DBP'ê yên hatine girtin, kirin. Qisekeran her wiha ji Yekîtiya Ewropayê jî xwe helwesteke zelal nîşan bide. Li Romayê wê sibe parêzer û dadger li ber Dadgeha Bilind çalakiyekê lidar bixin.

LUBECK: Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê, Kurd tevî dostên xwe li hev civiyan û ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên li dijî HDP'ê, meşek lidar xistin. Zêdeyî hezar kesên ji Gara Trenê ber bi navenda bajêr ve meşiyan, li dijî AKP'ê dirûşme qîriya. Beşdar li vir axivîn û bang li alîgirên aştî û demokrasiyê kirin, ku têkoşîneke hevpar bimeşînin.

FREÎBÛRG: Çalakiya kon, ku sê roj in li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dewam dikir, duh bi meşeke girseyî qediya. Girseya gel li Agûstînerplatzê li hev civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayîn û piştre gel li meydana Agûstînerplatzê vegeriya û dawî li çalakiya xwe anî.