1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Farqînê careke din "qedexe" û bomberdûman
Li Farqînê careke din "qedexe" û bomberdûman,li,farqînê,careke,din,qedexe,û,bomberdûman

Li Farqînê careke din "qedexe" û bomberdûman

A+ A-

AMED - ANF Qeymeqamtiya Tirk a li Farqînê li 10 taxan careke din derketina derve "qedexe" kir. "Qedexe'yê saet di 09:30 de destpê kir û li taxên Gorduk, Yayikli, Otlûk, Sûsûz, Eskîkoy, Gunduzkoy, Karahaci, Uçbasamak, Çigyatagi, Çardakkoyê derbas dibe.

Ji danê sibehê ve bejahiya Şêrelê tê bombekirin. Beriya destpêkirina bomberdûmanê, heron li ser herêmê geriyan. Li herêma ku elektrîk hatiye birîn, bomberdûmaneke giran destpêk kir.

Li Farqînê di navbera 14-15'ê Nîsanê de derketina derve hatibû qedexekirin û bombe li gundan hatibûn barandin. Di bomberdûmanê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.