1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Farqînê Panela Çîrokan
Li Farqînê Panela Çîrokan,li,farqînê,panela,çîrokan

Li Farqînê Panela Çîrokan

Li Farqînê panela 'Rewşa Çîrokên Cîhanê û yên Kurdîstanê' hate lidarxistin

A+ A-

Li navçeya Farqînê ya Amedê panela bi mijara 'Rewşa Çîrokên Cîhanê û yên Kurdîstanê' ji aliyê Kowara W ve hat lidarxistin.

Li navçeya Farqîna Amedê Kowara W panela bi mijara 'Rewşa Çîrokên Cîhanê û yên Kurdîstanê' li dar xist. Panel li eywana konferansê ya Şaredariyê hat lidarxistin. Edîtorê Kowara W Omer Fîdan, Nûnerê SES'a Farqînê Aslan Yîgît, Rêveberê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Çakmak, Lêkolîner û Nivîskar Ayhan Meretowar, rêveberên BDP'ê, endamên meclisa Şaredariyê, Nûnerê Egitim Sen'ê Mehmet Adiyahşi, Serokê Belediyespora Farqînê Ozcan Toprak û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di panelê de Mehmet Çakmak û Ayhan Meretowar, derbarê çîrokên kurdan de agahî dan. Edîtorê Kowara W Omer Fidan diyar kir ku panela 3'yemîn e kul i Farqîn tê lidarxistin e û wiha got: "Armanca panelê ew e ku têkiliya welatiyan a bi wêjeya kurd bê xurtkirin, sazî bên xurt kirin û têkiliyên gel û saziyan bên xurtkirin e."

Piştî panelê Dengbêj Sofi Şerif klaman vegot û jin jî çîrokên berê bi welatiyan parve kirin. Li panelê standa kovar û pirtûkên kurdî hatin vekirin. DÎHA (aw/mae)


Bêjeyên Miftehî