1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Filipînan bahoz: 180 mirî
Li Filipînan bahoz: 180 mirî,li,filipînan,bahoz,180,mirî

Li Filipînan bahoz: 180 mirî

A+ A-

Rayedarên Filipînî dan diyarkirin ku, mirin bêhtirî xwe li girava Mîndanao’yê qewimîne. Berdevkê artêşê Leopoldo Falon bilêv kir ku, li berava Cagayan de Oro ya girava Mîndanao’yê termê 97 kesan heye. Her wiha ragihand ku, li qesabeya Îlîgan ya giravê jî 75 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkiri ku mirin bêhtirî xwe ji ber sedema rabûna avê ya ji bahozê pêkhatine û ji zêdetirî 400 kesan jî windane.

Hikumetê da diyarkirin ku, ji bo alîkarî û rizgarkirinê 20 hezar leşker sewqî giravê kirine.

Li Filipînan her sal ji zêdetirî 20 firtoneyan rû didin. Di firtoneyên meha Îlon, Cotmeh û Mijdarê rûdayîn de 160 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî