1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Franseyê 17 wezîrên jin
Li Franseyê 17 wezîrên jin,li,franseyê,17,wezîrên,jin

Li Franseyê 17 wezîrên jin

Li Franseyê piştî ku François Hollande bi fermî dest bi peywira Serokkomartiyê kir, hikûmeta nû hat avakirin

A+ A-

Li Franseyê piştî ku François Hollande bi fermî dest bi peywira Serokkomartiyê kir, hikûmeta nû hat avakirin. Ji 34 wezîran, 17 wezîr jin in. Jean-Marc Ayrault di rêzên destpêkê de ye, Laurent Fabius jî bû Wezîrê Derve yê Franseyê. Di nava hikûmetê de gelek wezîrên bi eslê xwe biyanî jî hene.

Piştî hilbijartinên di 6’ê gulanê de, Frensî ji Nicolas Sarkozy rizgar bûn, piştî François Mitterand, cara yekemîn serokkomarek sosyalîst hat. François Hollande piştî di 15’ê gulanê de bi fermî sond xwar, aşkere kir ku serokwezîrê nû Jean-Marc Ayrault e. Ayrault ê 62 salî, 15 sal in Serokatiya Koma Parlementoyê ya Partiya Sosyalîst (PS) dike.

DÊ MÛÇEYÊ SEROKKOMAR Û WEZÎRAN JI SEDÎ 30 KÊM BIKE

Hate zanîn ku Ayrault dê piştî aşkerebûna hemû wezîran, tişta destpêkê bike, dê mûçeyê wezîran ji sedî 30 kêmbike. Ayrault ji kanala France 2 re axivî û got; “François Hollande di çarçoveya sozên François Hollande di dema hilbijartinê dane de, biryarnameyek dê bê amadekirin. Serokkomar jî dê mûçeyê xwe ji sedî 30 kêm bike.”

JI BO WEKHEVÎ Û RENGÎNIYÊ DESTPÊKKE!

Her wiha, Ayrault diyar kir ku ew ê di yekemîn Civata Wezîran de pêşniyara “qanûna peywirê” pêşniyar bike û got ku ev yek ji bo wekhevî û rengîniya li Franseyê destpêkek e. Ayrault, diyar kir ku wezîrên ku di dema hilbijartinê de nehatin hilbijartin, dê ji hikûmetê biçin.

Hikûmet ji 34 wezîran pêk tê û ji vana 17 jê jin in. Wezîrê Navxweyî Manuel Valls, Wezîrê Derve Laurent Fabius, Wezîra Dadê Christiane Taubira, Wezîrê Aborî Pierre Moscovici û Wezîrê Parastinê jî Jean-Yves Le Drian e. Najat Vallaud Belkacem bû Wezîra Mafên Jinan.

WEZÎRÊ DERVE LI DIJÎ ENDAMTIYA TIRKIYEYÊ YE

Xeyalên Fabius ew bû ku bibe Wezîrê Derve. Fabius weke ciwantirîn Serokwezîrê Komara V. tê zanîn û niha 65 salî ye û di nava PS’yê de ye. Hema bêje hemû peywirên hikûmetê kiriye û bûye serokê PS’yê jî. Di sala 2004 Makeqanûna Ewropayê red kir û ew û Hollande cûda bûn. Lê piştî diyarkirina namzedê serokkomartiyê dîsa hat aliyê Hollande. Fabuis bi dijberiya xwe ya li hemberî endamtiya Tirkiye ya bo YE’yê jî tê nasîn. Di sala 2004 de, di dema kampanyaya na ji bo Makeqanûna Ewropayê de bi aşkereyî diyar kiribû ku ew li dijî endamtiya Tirkiyeyê ye.

Manuel Valls jî bû Wezîrê Navxweyî, lê ev yek ne surprîz bû. Valls bi aşkereyî ev peywir xwestibû. Vallsê 50 salî, di hilbijartinên sala 2007 de li nêzîkê namzedê serokkomartiyê Ségolène Royal bû û di kampanyaya ji bo Hollande jî rolek aktîf wergir. Valls zarokê penaberên ji Spanyayê ye û di sala 1962’ê de li Barcelonayê ji dayîk bûye û di sala 1982’ê de bû hemwelatiyê Franseyê.

Wezîra nû ya Dadê Christiane Taubira jî bi eslê xwe parlementera ji Guyaneyê ye û di nava çepgiran de xwedî rêzdariyê ye. Di sala 2002 de weke namzeda Partiya Radîkal a Çepgir beşdarî hilbijartinê serokkomartiyê bû. Najat Vallaud-Belkacem a 43 salî di sala 2007 de berdevka Segolene Royal, di sala 2012 de jî berdevka François Hollande bû. Vallaud-Belkacem, li Fasê ji dayîk bû û di çar saliya xwe de tevî bavê xwe hat Franseyê.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî