1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Franseyê ‘Rojên Kurd’
Li Franseyê ‘Rojên Kurd’,li,franseyê,rojên,kurd

Li Franseyê ‘Rojên Kurd’

A+ A-

Şaredariya bajarê Thionville yê Franseyê bi navê “Rojên Kurd” pîrozbahiyeke 4 rojan li dar dixe. Wê di dema çalakiyê de derbarê pirsgirêka Kurd de civînek bê lidarxistin û wê derhênerên Kurd jî berhemên xwe nîşan bidin.

Çalakiya ku ji aliyê şaredariya Partiya Sosyalîst (PS) tê lidarxistin, wê bi konfransa ku wê dîrokzan û zanayê siyasetê Hamît Bozaslan jî tevil bibe, dest pê bike. Konferasa ku wê roja pênçşemê demjimêr 20.00 dest pê bike, wê pirsgirêka Kurd di warê dîrokî û civakî de were gotûbêjkirin.

Di çarçoveya Rojên Kurd de, wê di dawiya hefteyê de jî film û dokumenterê Kurdan werin nîşandan.Roja destpêkê wê li Cine-Scala ya li Thionville filmê Şahram Alidî yê bi navê Sirta La Gal Ba (Pêjna bayê) were nîşandan.

Herwiha belgefilma Evdalê Zeynikê ya ji aliyê Bulent Gunduz ve hatî amadekirin, di heman rojê de demjimêr 20.30 wê were nîşandan.

Herwiha wê di roja dawî de jî (yekşem) belgefilma Seyîd/Di Riya Rastiyê de’ ya ji aliyê Ozkan Kuçuk ve hatî amadekirin, were nîşandan. Herwiha wê filmê ‘Azad’ yê olarak Nicolas Tackian jî were nîşandan.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî