1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Garê amadekariyên şer di asta herî bilind de ye!
Li Garê amadekariyên şer di asta herî bilind de ye!,li,garê,amadekariyên,şer,di,asta,herî,bilind,de,ye

Li Garê amadekariyên şer di asta herî bilind de ye!

A+ A-

NEDÎM TURFENT

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Tabûra Garê ya li sînorê Şemzînanê ye, liv û tevgera demên dawî amadekariya şer nîşan dide. Li aliyekî Tabûra Garê tê xurtkirin, li aliyê din jî qereqol û baregehên girêdayî tabûrê tên avakirin. Her wiha sewqiyata leşkerî ya ji çekên giran jî bênavber didome.

Hikûmeta AKP'ê, bi taybet di pêvajoya çareseriyê de amadekariyên xwe yên şer berdewam kir û li ser xeta sînor, hema bêje li ser her girekî qereqol an jî kalekolek ava kir. Girêdayî vê yekê, li Kurdistanê şert û pêkanînên şerê taybet jî her ku çû zêdetir bû. Tabûra Sînor a Garê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî, di pêvajoya çareseriyê de ji aliyê leşkerî ve hate xurtkirin. Li başûrê tabûrê, li xeta sînor kalekolek û li derdora tabûrê jî bi dehan kuleyên çavderiyê hatin avakirin.

Sewqiyata çekên giran têne kirin

Rayedarên leşkerî, bi van jî têr nebûn û dest danîn ser zeviyên gundiyan jî. Li herêmê, nêzî 35 hezar zeviyên bi tapo, bi têlên leşkerî hatine dorpêçkirin û dagirkirin. Hate zanîn ku li hin cihên van zeviyan jî, baregeh hatine avakirin. Li tabûra ku li sînorê Başûrê Kurdistanê ye, bi taybet ev mehekî ye sewqiyata leşkerî bênavber didome. Li tabûr, kalekol û baregehan tang, obus û çekên giran hatine bicihkirin. Dîsa hate dîtin ku, pirên hesinî yên ku tang di ser de derbas dibin, ji yekineyên leşkerî yên sînor re hatine şandin.

Her roj topebaran

Li sînor, ev sewqîyata leşkerî ku amadekariya şer nîşan dide, dem bi dem berdewam dike. Ji bo muhîmmatên leşkerî jî li hemberî gund, depoyeke mezin hatiye avakirin. Her wiha, ev 3 mehên dawî ye ji Tabûra Gare, ber bi sînorê başûr û herêma Şapatan a ku demeke dirêj di bin kontrola gerîllayan de bû , topebaran tê kirin.

(sy)