1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li gel ziman dê wêjeyê jî pêş bixin
Li gel ziman dê wêjeyê jî pêş bixin,li,gel,ziman,dê,wêjeyê,jî,pêş,bixin

Li gel ziman dê wêjeyê jî pêş bixin

A+ A-

12.06.2016 08:01 Nûçe ALJÎN HEMO

KOBANÊ – Mamosteyan piştî zimanê kurdî, dest bi xebatên wêjeyê kirin û komîteyek ava kir.

Li Kantona Kobanê, komek mamosteyên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca pêşxistina wêjeya kurdî, komîteya wêjeyê ava kir. Komîte ji 20 endaman pêk tê, lê deriyê endamtiya komîteyê vekirî hatiye hiştin.

Komîteyê wekî destpêkê li ser du aliyan lêhûrbûnekê çêdike. Di pêngava yekemîn de endamên komîteyê ji aliyê mamosteyên pispor ve li ser wêjeya kurdî tên perwerdekirin. Di vê çarçoveyê de her hefteyê rojên çarşem û înê perwerde û civîn tên çêkirin. Di van civîn û perwerdeyan de xebatên wêjeyî têne nirxandin, pêşinyarên endaman tên girtin. Her wiha semîner tên dayîn.

Di pêngava duyemîn de jî, lêkolînên li ser wêjeyê tên kirin. Li gorî plansaziyê derbarê dîroka wêjeya kurdî, gotinên pêşiyan, çîrokên gelerî, helbest, dîroka ziman û hwd de, lêkolîn tên kirin û materyal tên komkirin.

Endamê Komîteyê Mezlûm Cimo diyar kir ku wan xwestiye kêmasiyên di warê wêjeya kurdî de temam bikin û xwe pêş bixin. Cimo anî ziman ku ew hemû agahiyên derbarê wêjeyê de kom dikin û armanc dikin ku di pêşerojê de bikin pirtûk. Cimo got ku zêdetirîn jî li ser wêjeya cîhanê, dîroka wêjeyê, wêjeya kurdî, wêjeya devkî, di wêjeya kurdî de jina kurd, wêjeya kar, wêjeya şînê, destan, stran, çîrok, kurteçîrok, helbest û dîroka helbestan agahiyan kom dikin.

Mamoste Mezlûm anî ziman ku ew dixwazin hemû xebatên komîteyê di nava gel de bin û komîte jî bikeve xizmeta civakê.

(a)

ANHA