1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li gelek welatên Ewropa roja Kobanê hate pîrozkirin
Li gelek welatên Ewropa  roja Kobanê hate pîrozkirin,li,gelek,welatên,ewropa,roja,kobanê,hate,pîrozkirin

Li gelek welatên Ewropa roja Kobanê hate pîrozkirin

Bi armanca pîrozkirina Roja Kobanê ya Cîhanî , Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan li gelek welatan çalakî lidarxistin

A+ A-


eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-1

Siwêd

Kurdistaniyan û dostên wan li gelek bajarên  Siwêd’ Stockholm, Vistroes, Itboora û Orebro’li ser vexwandina rêxistina PYD`ê li Siwêd meşên girseyî li darxistin. Meşvanan alên YPG/YPJ`ê û al û sembolên Kurdê hildabûn. Di meşên van bajaran de welatiyên Siwêd, partiyên Kurdî, Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkratîk li Siwêd û Tevgera Goran beşdarî bûn. Di meşê de siloganên silavkirina berxwedana YPG/YPJ`ê dijî hêzên teror hatin berizkirin. Tevî ku baran dibariya lê meşvanan meşa xwe berdewam kirin. Bi dawîbûna meşê axaftin ji aliyê Nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin kirin. Di axaftinan de piştgiriya Kurdistaniyên Siwêd ji bo berxwedana gel li Rojava-Bakûrê Sûriyê anîn ziman.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-2

Hollanda

Bi heman  armancê Kurdistaniyan û dostên wan li hev kombûn û Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin. Meşgeran siloganên bijî berxwedana Kobanê bê navber diqêriyan. Her wiha pankêrtin zindîkirina berxwedana Kobanê û silavkirina berxwedana wir hildabûn. Di meşê de faşîstên alîgerên Tirkiyê hewil dan ku meşê bê encam bikin, lê komîteya amadekirinê destnûra vê yekê nedan û meşa xwe berdewam kirin. Piştî bi dawîbûna meşê rêxistina PYD`ê daxuyaniyek da raya giştî. PYD`ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê herêmê kir ku li derdora şervanên bakûrê Sûriyê kombibin û bi hev re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Piştî daxuyanî belgefilmek li ser berxwedana Kobanê ji aliyê derhêner Rêber Doskî ve hat pêkeş kirin.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-3

Elmaniya

li bajarê Elmaniya Dîsborgê Kurdistaniyan û dostên wan li ber Mala Gel li hevkombûn û Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de bi navê rêxistina PYD`ê li Almaniya Ehmed Kobanê axivî û Roja 1`ê Mijdarî li gelê Kurd û li tevahiya cîhanê pîroz kir. Partiya Çepê ya Tirkiyê û Rêxistina Êzidiyan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û berxwedana gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê silav kir. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-5

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meşekê hat pîrozkirin. Tevî komên çep ên Elman bi qasî 500 kes ji ber Gara Trenê dest bi meşê kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Efrînê hatin şermezarkirin. Piştî meşê belavoka NAV-DEM’ê ya li ser berxwedana Kobanê û girtina hevşaredaran hate xwendin. Girseya gel li navenda bajêr mîtîngek lidar xist û li dijî girtina rojname, televîzyon, ajans û girtina siyasetmedaran banga berxwedanê kir.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-6

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Bremen ê Elmanyayê, bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Girseya gel li ser banga NAV-DEM û PYD’ê li ber Gara Trenê ya Navendî li hev civiya û bi hilgirtina alên YPG, YPJ, PYD û sembolên kantonên Rojava heta ber Parlamenta Eyaletê meşiyan. Di dema meşê de belavoken li ser berxwedana Kobanê hatin belavkirin û xwendin û bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo tinekirinê. Di Mîtîngê de Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, Komîteya Piştevahiya Kurdistanê, YNK, Partiya Komunîst a Elman û komên din ên çep mesaj dan. Qisekeran destnîşan kirin, ku berxwedana li Kobanê bûye mînak ji tevahiya cîhanê re û destpêka têkçûna barbariya DAIŞ’ê ye.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-7

 

Toûloûse

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî, li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) li meydana Capîtolê pîrozbahî hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di çalakiyê de belavoka CDK-F hate xwendin, axaftin hat kirin û bal kişand ser girîngiya Berxwedana Kobanê ji bo cîhanê. Nûnerê Partiya Antîkapîtalîst a Nû (NPA) Pîerre Granet li vir axivî û destnîşan kir, ku Kobanê ji bo bindestan bûye hêvî. Granet got, “Kurdan çawa ku li Kobanê li dijî barbariyê li ber xwe dan û li dijî feodalîzmê şerê femînîzmê meşand, îro jî li dijî qeyûmên dîktatoriya Erdogan li ber xwe didin”. Nûnerên NPA Ji Fransayê xwest, derhal hevkariya xwe ya bi dîktator Erdogan re biqedîne. Ji Meşa Jinê ya Cîhanê Marîe Therese jî girtina Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata ku li Kurdistanê bi hev re dixebitin, şermezar kir. Di dawiya pîrozbahiyê de, ji bo çalakiya 12’ê Mijdarê roja Şemiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê hate kirin.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-9

Montpellîer

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi meşeke bi meşaleyan hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) saet di 18:00 de li Parka Peyroû li hev civiyan, ji bo piştgiriyê bidin Kobanê heta meydana Comedîe meşiyan. Ciwanan di dema meşê de bi sedan belavok belav kirin. Di meşê de darbeya hikûmeta AKP’ê ya li dijî şaredariyên Kurdan hate şermezarkirin.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-8

Lyon

Meşeke din a bi meşaleyan, ku bi heman armancê hate lidarxistin, li bajarê Lyon ê Fransayê pêk hat. Tevî Kurdistaniyan, endamên Partîzan, MLKP û Tevgera Komunîstên ciwan ên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel heta Komeleya Çanda Mezopotamyayê bi alên YPG, YPJ, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Çalakgeran operasyonên AKP/Qesrê yên li dijî Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-10

Viyana

Kurdên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, tevî dostên xwe bi meş û mîtîngekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Çalakger li qada Mûseûms Qûartîerê li hev civiyan û bi meşaleyan heta ber Parlamenta Awûstûryayê meşiyan. Li vir mîtîngek pêk hat û nûnerên gelek saziyan axivîn. Di çalakiyê de girtina Kişanak, Anli û Ata hatin şermezarkirin û di vê der barê de gelek belavok hatin belavkirin.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-11

Kopenhagen, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Girseya gel li meydana Îsrael Pladsê li hev civiya û ber bi qada mîtîngê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên bi zimanê Danî “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn, alên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Komîteya Rojava li vir daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir, berxwedana li Kobanê li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê hat nîşandan, berxwedana enternasyonal e û bûye pireke nû di navbera gelan de. Di daxuyaniyê de bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî êrîşên AKP’ê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin. Çalakî bi stranên Diyar Kalan, Grûp Eftelya û Fûat Talay qediya.eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-13

Tê payîn ku di roja 5`ê Mijdarê Rêxistina PYD`ê û Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demorkratîk li Almaniya semînerekê li bajarê Sitokholim bidin. Di semînerê de wê endamên Perlemana Siwêdî, Nûnerên Partiyên Siwêdî û hevserokê PYD`ê Salih Musilm amade bibe.

(kc)

ANHA

eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-14eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-15eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-16


eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-17eurpa-sahiyen-ji-bo-berxdana-kobane-10