1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Gerîla 1. Konferansa Wêjeya Kurd pêk hat
Li Gerîla 1. Konferansa Wêjeya Kurd pêk hat,li,gerîla,1,konferansa,wêjeya,kurd,pêk,hat

Li Gerîla 1. Konferansa Wêjeya Kurd pêk hat

A+ A-

BEHDÎNAN 08.05.2014 13:01:56 Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 1. Konferansa Wêjeya Kurd pêk hat. Di konferansa ku pirsa "Wêjeyeke Çawa" hat nirxandin de, wezîfeyên divê wêje di avakirina jiyana azad û demokratîk de pê rabe, hatin nîqaşkirin. Di konferansê de biryar hat dayîn 4'ê Nîsanê weke "Roja Hevdîtina Rêbertiyê di Helbestê de" were qebûlkirin, dibistanên wêjeyê bên vekirin, beşên lêkolînkirina wêjeya Jin, Tirkmen, Fars û Ereb bên vekirin.

1. Konferansa Wêjeya Kurd di navbera 26-28'ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Konferans bi şiyara "Di ronahiya rewşa dîrokî ya nûjen a xebatên wêjeyê de, ku yek ji lingê jêneveger û girîng ê pêngava avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e 'Wêjeyeke Çawa?' hat lidarxistin û tevî Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn gelek delege beşdar bûn. Konferans 3 rojan dewam kir.

Konferans diyarî PKK'yî Şîlan Baqî, Hamza Yavûz (Vasfî), Mûstafa Gezgor (Zamanî) û Laz Alî yên di pêşvebirina wêjeya Kurdî de xwedî ked in, hat kirin.

Di danezana encamê ya konferansê de hat ragihandin ku, di têkoşîna berxwedan û vejîna civakî ya Kurd de, rol û wezîfeyên wêjeyê ku yek ji dînamîkên bingehîn ên asta avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e, hatine nirxandin.

Di danezanê de hat ragihandin ku li her qadên têkoşînê pêwîste xebatên wêjeyî weke zimanê demê di asta herî bilind de bên dîtin.

ARŞÎVKIRINA WÊJEYA GEL WEZÎFEYEKE LEZGÎN E

Di danezanê de arşîvkirina tevahiya wêjeya gel weke wezîfeyeke lezgîn hat destnîşankirin û hat gotin ku eger pêwîst bike ewê mîna pêngaveke wêjeyî beşdarî pêngava avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk bibin û di vî warî de biryar hatine stendin. Di danezanê de hat gotin, "Biryar hatiye dayîn ku li hin navendên diyarkirî akademiyên wêjeyî yên xebatên afirandina berhemên wêjeyî yên nirxên têkoşînê bimeşînin werin avakirin. Her wiha biryat hat dayîn ku pênasekirina "Me Şehîd teorîk kirin" ya ji aliyê Rêbertiyê ve di asta herî bilind de rastiya şehîdên têkoşîna hat bilêvkirin, di hemû xebatên wêjeyî de esas bê girtin."

PÊWÎSTE HEMÛ WÊJEVAN BI BERPIRSYARÎ RABIN

Di danezana encamê de hat diyarkirin ku yek ji rojeva girîng a konferansê rêxistinbûyîna wêjeya jinê ya li ser bingeha xeta jina azad a di rêya Bêrîtan û Zîlanan de bû û ev bang hat kirin: "Mîna ku Rêbertiya me got, 'jina azad tê wateya civaka azad'. Bi vê şiyarê ji bo azadiya civak û jinê bi wêjeya jinê were pênasekirin, konferansa me biryarên girîng derxistiye holê.

Gihaştina gel a nirxên me yên wêjeyî ji çiyayên azadiyê yên Kurdistanê, veguherîna ezmûnên me bo bîra neteweya demokratîk a bi pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk, enerjiya biherike wê bibe pênasekirina hebûna me ya neteweya demokratîk bi şêweyê devkî, helbestî, romanî û destanî. Konferansa me destnîşan kiriye ku divê ev yek weke berpirsyariyeke neteweyî-civakî bê fêmkirin û bang li hemû kadro, milîtan, welatparêz û bi taybetî jî wêjevanan hatiye kirin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin."

Hin biryarên di konferansê de hatin wergirtin wiha ne:

"*Hemû hevalên me yên di xebatên wêjeyê de cih girtine û şehîd ketine weke endamên bi rûmetê yên tevgera me ya wêjeyê bên qebûlkirin,

*Ji bo bîranîna hevalê Şehît Mahîr, her sal di salvegera şehadetê de pêşengeha wêneyan bê vekirin,

*Jiyana şehîdên wêjeyê bê lêkolînkirin, xebat û berhemên wan bên parastin, arşîvkirin û di pirtûkxaneyekê de pêşkêşî gel werin kirin,

*Hemû welatparêzên di kuştinên kiryar ne diyar de şehît ketine yên di xebatên wêjeyê de cih girtine bên lêkolînkirin, jiyana wan bê danasîn, ev yek li qadên xebatên wêjeyî yên mîna akademî û dibistanan de werin nirxandin,

*Di kesayetiya hevalê Şehîd Cemşîd Siyamed ê di 2'ê Cotmeha 2000'î de şehîd ket, ev roj li her qadê weke roja bîranîna hevalên wêjevan ên şehîd ketine were bîranîn,

*Komîteya Wêjeyê, li navenda hemû xebatên xwe azadiya Rêbertiyê bicih bike û kar bimeşîne,

*Di parêzname, analîz û roportajên Rêbertiyê de hemû nirxandinên li ser wêjeyê bên berhevkirin, weke pirtûk bên çapkirin û li zimanên biyanî werin wergerandin,

*Hemû xebatên wêjeyî (çîrok, helbest, bîranîn hwd.) ên der barê Rêbertiyê de bên berhevkirin û bibin pirtûk,

*Li ser jiyana Rêbertiyê xebatên wêjeyî bên destpêkirin,

*4'ê Nîsanê weke "Roja Hevdîtina di Helbestê de ya bi Rêbertiyê" were qebûlkirin,

*Dibistanên wêjeyê bi akademiyên wêjeyê ve giêdayî li cihên guncaw bên avakirin,

*Ji bo akademiyên wêjeyê ji van beşan pêk were têkoşînê bê meşandin:

1. Beşa arşîvkirina wêjeyê bi devkî, nivîskî

2. Beşa lêkolînkirina ziman û wêjeya Kurdî (hemû zarava)

3. Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojhilata Navîn (Fars, Ereb Bedewî, Tirk Tirkmen û gel û civakên ji çandên din)

4. Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojhilat

5. Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojava

6. Beşa wêjeya jinê

8. Beşa xweser a li ser her şêweyên vegotinên devkî yan jî nivîskî (helbest, çîrok, roman, destan, senaryo, bîranîn hwd.)

10. Vekirina beşa rexneya hunerî”