Li Geverê 8 kes hatin binçavkirin
A+
A-
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Geverê saet di 01.00'an de bi ser 20 malan de girt û heta saet 06.00'an serdegirtinê berdewam kir. Di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.
Hate zanîn ku xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Geverê Abdullah Gungur, Vedat Subaşı û kesekî navî wî nehat zanîn li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. DÎHA (mae)
Bêjeyên Miftehî li,geverê,8,kes,hatin,binçavkirin