1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Geverê di hemû riyan de rêveberiya awarte!
Li Geverê di hemû riyan de rêveberiya awarte!,li,geverê,di,hemû,riyan,de,rêveberiya,awarte

Li Geverê di hemû riyan de rêveberiya awarte!

A+ A-

COLEMERG (DÎHA) – Li navçeya Geverê saziyên dewletê bi sewqiyatên leşkerî yên hatin kirin bûn wekî biryargehên leşkerî û di hemû riyên navçeyê de jî pêkanînên rêveberiya awarte di dewreyê de ye.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê saziyên dewletê yên li navenda navçeyê bi sewqiyatên hate kirin ve wekî ku kirin biryargeha leşkerî û riyên ku diçin navçeyê jî kontrolên kêfî û lêgerîn tên kirin. Di hemû riyên ku tên navçeyê li qereqolên heyî de lêgerîn hatine zêdekirin û gelek cihan jî bi taybetî di saetên êvarê de noqteyên seyar ên lêgerînê tên danîn. Di riyên ku bi awayekî fîlî pêkanînên rêveberiya awarte pêk tê bi teybetî jî bi şev wesayîtên zirxî kemînê davêjin.

Îşkenceya rê ya herî mezin li Yenîkopruyê ye

Di noqteya lêgerînê ya Yenîkopruyê ya navbera Colemêrg û Wanê de jî lêgerîn û kontrolên nasnameyê derxibtin asta herî jor. Wesayîtên ku tên vê derê di lêgerîneke zirav de tên derbaskirin, nasnameyên welatiyan jî ji kontrola nasnameyê tên derbaskirin. Li xaçeriya navborî rêzên dirêj ên wesayîtan pêk tên. Welatiyên ku li vir hin caran di bin navê binçavkirinê de tên rawestandin.

Di riya nexweşxaneyê de jî lêgerîn

Li noqteya lêgerînê ya di navbera gundê Bajirgeh û Geverê de ya diçe nexweşxaneyê tîmên taybet mînîbûsan jî didin rawestandin û lêgerînê dikin. Ev yek hemû pêkanînên rêveberiya awarte nîşan didin. Êvarê jî li heman noqteyê tîmên taybet kemînê davêjin û tîmên taybet dadikevin rê û gef li gel dixwin.

Navbera Gever û Şemzînanê wekî sînorê du dewletên cuda ye!

Dîsa kontrolên rê yên di navbera Gever û Şemzînanê jî wekî yên di navbera du dewletan de ye. Di navbera herdu navçeyên ku 50 kîlomtere durî hev in de 4 qareqol û noqteyên lêgerînê yên di têketinên navçeyan de welatî wekî ku daye îsyankirin. Welatiyên ku li hemberî lêgerînan nerazîbûnê nîşan didin vê carê jî bi çekan tên tehdîdkirin. Herî dawî hefteya borî ji malbata Kaçar, ji zarokên 5 salî Armanc û Şevîn a 7 salî jî nasname hatiye xwestin û saetekî di rê de hatin rawestandin.

Riya ku diçe bajaroka Bajirge ya Geverê û ya diçe Oremarê jî bênavber bi şev û roj kontrola rê tê kirin. Li wesayîtan lêgerîn tê kirin û kontrola nasnameyan tê kirin.

(sa)