1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Li girtiyê Kurd ê siyasî 6 meh cezayê hucreyê hat birîn
Li girtiyê Kurd ê siyasî 6 meh cezayê hucreyê hat birîn,li,girtiyê,kurd,ê,siyasî,6,meh,cezayê,hucreyê,hat,birîn

Li girtiyê Kurd ê siyasî 6 meh cezayê hucreyê hat birîn

A+ A-

ÛRMIYE - Zextên li ser girtîgeha Urmiyeyê ku bûye navenda îşkence, tecrîdkirin û darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd, bê navber berdewam dikin. Li girtiyê siyasî yê kurd Cehangîr Badûzade ku di girtîgeha Urmiyê de tê ragirtin, 6 meh cezayê odeya yekkesî hat birrîn.

Balkêşe ku heta niha ev ceza li ti girtiyên din nehatiye birrîn. Girtiyê siyasî Cehangîr Badûzade ku li dijî darvekirina Husên Xizrî tevî hejmarek girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, di duyemîn roja çalakiyê de, avêtibûn benda yekkesî...

Li gor agahiyên dawî yên ji bajarê Urmiyê, li Badûzade 6 meh cezayê mayina di benda yekkesî de hatiye birrîn û ew bi berdewamî ti bin tecrîd û êşkenceyê de ye..

Li aliyê din, ji girtiyên siyasî Elî Ehmed Silêman, Qadir Mihemedzade, Mihemed Emîn Ebdullhaî û Mistefa `Elî ku di çalakiya greva birçîbûnê de cîh girtibûn û vehguhestibûn navenda Îtla`atê bi berdewamî agahî nayên wergiritn û di çarenivîsa wan nayê zanîn. Têkiliya benda 12ê ya girityên siyasî li girtîgeha Urmiyê ya bi girtiyên din re jî bi berdewamî tê asteng kirin.

DI KORÎDORÊN MIRINÊ DE 16 GIRTIYÊN DIN HENE

Niha 16 girtiyên siyasî yên Kurd hene ku ew jî di korîdorên mirinê de li benda îdamê ne ev in: Zeyneb Celaliyan, Şêrko Me'arifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, 'Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Mûradi û Zanyar Mûradi.

JI 2007’an Û VIR VE 9 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HATIN DARVEKIRIN

Piştî Huseyin Xizrî yê, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 9 an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hatin darvekirin.